Jinên Amedî: Em şaredariyên li ba gel in, dixwazin

  • 09:02 12 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Jinên Amedî diyar kirin ku ew şarederiyeke li gel xwedî derdikeve dixwazin û daxwazên xwe yên ji bo serdema nû anîn ziman.
 
Hilbijartinên herêmî yên wê di 31’ê Adara 2024’an de bê lidarxistin nêz dibin. Partiyên siyasî jî lez dan xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê. Siyaseta kurd li dijî tayinkirina qeyûman a li şaredariyên li bajarên Kurdistanê amadekariyên xwe hîn zêde xurt dikin. Welatiyên li Amedê jî têkildarî hilbijartinên herêmî de nêrînên xwe anîn ziman.
 
Şaredariyên li ba gel
 
Şevîn Turan a li Amedê dijî da zanîn ew şaredariyên demokratîk dixwazin û wiha got:”Niha pirsgirêka hişbirê her diçe zêde dibe û em şaredariyên li dijî vêya disekinin dixwazin. Gelek caran ji bo pirsgirêkan em çûne şaredariyên di destên qeyûman de lê belê tu pirsgirêk çareser nekirine. Di hilbijartinên herêmî de em şaredariyên li ba gel in dixwazin.”
 
‘Peyarêyan xera dikin û dîsa çêdikin’
 
Meyrem Turan a giliyê qeyûman dike da zanîn ew şaredariyên ji aliyê gel ve wê bê hilbijartin dixwazin wiha pê de çû: "Di serdemên dinê dewsa hevserokê hatin hilbijartin qeyûm hat tayinkirin. Hemû keda me 20 salî paş de çû. Em ew qas kedê didin, dixebitin. Em naxwazin keda me winda bibe. Loma bila gel hilbijêre. Kî yê baş karê xwe bike bila ew bê hilbijartin. Qeyûm qet nexebitî. Ji bo gelê kurd qet nexebitî. Em li derdora xwe dinêrin hemû çop in. Heta alîkariya mexdûran bikin, peyarêyan xera dikin û dîsa çêdikin.”
 
‘Bila xebatên şaredariyê pirzimanî be’
 
Mîne Karakaş a li Komeleya Lêkolînên Çandê û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) mamostetiya zimanê kurdî dike wiha got: "Bila şaredarî xebatên xwe pirzimanî bike. Dema ketin nava gel bila ji ziman û pirsgirêkên gel fam bikin. Bila ew nêzîkatî di navbera gel û şaredariyê de çêbibe. Qeyûman şaredarî bi zorê ji me girtin. Loma jî qeyûm ne ji aliyê gel ne jî ji aliyê xebatkaran ve nayên xwestin. Gel qeyûman naxwazin çimkî ew ne ji gel in. Dema bi ziman û çanda gel nizanibin nikarin xizmeta gel jî bikin.”
 
‘Êrişî qadên ziman û çandê kirin’
 
Mîneyê anî ziman qeyûman berî her tiştî erişî ziman û çandê kirine û wiha lê zêde kir: "Qeyûman navên kuçe, kolan û gundan guhertin. Tabelayên kurdî rakirin. Saziyên jinan girtin û êrişî ziman, çand û jinan kirin. Divê saziyên jinan ên hatine girtin dîsa bên vekirin.”
 
‘Qeyûman xebatên ji civakê re fêdeya wê hene nemeşand’
 
Endama Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sema Koç da zanîn ev du serdem in qeyûm civakê bi rê ve dibin ne kesên hatine hilbijartin û wiha got: "Divê di hilbijartinên nû yên herêmî de îradeya gel esas bê girtin. Qeyûm li bajêr bûn sedema gelek texrîbatan. Qeyûman xebatên ji civakê re fêdeya wê hene nemeşand. Xizmet ji civakê re nekir. Hemû erdên şaredariyê pêşkêş kirin. Dahata di kaseya şaredariyê de ji ku dihere ne diyar e.”
 
‘Divê bajar li gor astengdaran bê dîzaynkirin’
 
Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a HEDEP’ê û endama MYK’a HEDEP’ê Hatice Betul Çelebi da zanîn gelek astengdar hene û got ji vana pir kêm kes dikarin biçin rehabilitasyonê û wiha domand: "Pir kêm astengdar dikarin derkevin derve. Sedema vê yekê jî ew e ku polîtîkayên heyî ne li gor dizaynkirina li derve ya li gor astengdaran e. Divê şaredarî sîstema degnkirinê esas bigire. Divê bajar li gor astengdaran bê dîzaynkirin."