ROJEVA 12'YÊ KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 12 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Jinên Amedî diyar kirin ku ew şarederiyeke li gel xwedî derdikeve dixwazin û daxwazên xwe yên ji bo serdema nû anîn ziman. BI DÎMEN 
 
* Aktivîsta TJA’ê Rûken Zeryam Işik Yildiz, têkildarî kampanyaya bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” dabûn destpêkirin da zanîn beşa ewil a kampanyayê qediyaye û derbasî beşa duyem a kampanyayê bûne. BI DÎMEN 
 
* Sê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi nameyekê polîtîkayên tundiya li ser jinan û berxwedana jinan a li girtîgehan nirxand.
 
*Hevseroka ANYAKAY-DER'ê Emîne Arslan bertek nîşanî êrîşên dawî yên li hemberî cenazeyan û radestkirina cenazeyan a di qutiyan de da û destnîşan kir ku ew ê li dijî vê yekê bi malbatan re têkoşînê mezin bikin. DÎMEN HEYE