Xelata Aştiyê ya Nobelê li ser navê Nergîs Muhammedî zarokên wê girt

  • 14:33 11 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafê jinan Negis Muhammedî ku li Îranê girtiye ku layîqî xeleta Nobelê hate dîtin, di merasîma ku li Oslu hatî li darxistin de ji aliyê zarokên wê ên cêwî ve hate girtin.
 
Parêzvana mafê jinan Negîs Muhammedî ku li Îranê girtiye ku layîqî xeleta aştiya Nobelê hate dîtin, merasîma xalatê li avahiya şaredariya paytexta Norveç Oslu hate li darxistin. Di merasîmê de xelata ku ji madalya zêr, yek belge û û nêzî 1 milyon dolar pare pêk tê, li ser navê Nergîs Muhammedî zarokên wê ên cêwî ên 17 salî Kiana û Ali Rahmani girt. Di merasîmê de li ser dikê weke sembol portreya Nergîs Muhammedî û sandelyeyek vale hate temsîlkirin.
 
Peyama ku Nergîs Muhammedî ji hucreya xwe gihandiye ji aliyê zarokên wê ên cêwî ve hate xwendin. Nergîs Muhammedî di peyama xwe de wiha got: “Ji bo anîna guherînê stratejiya herî baş hertim têkoşîn û serî lênedana tundiyê ye.” Diyarkir ku wê Gelê Îranê bi îradeya xwe li dijî zilma desthilatdariyê bi ser bikeve, bila ji vê gumana we nebe, eve gengaze. 
 
Nergîs Muhammedî got: “Ez vê peyam li pişt diwarên bilind û sar ên girtîgehê dinivîs im.” Destnîşan kir ku ew û gelek parêzvanên mafan ên welat ji bo di jiyanê de bimînin hertim têkoşînê dikin. Negîs Muhammedî di peyama xwe de bal kişand ser Jîna Emîn ku ji ber ne li gora hîcaba bi zorê tevgiriyaye ji aliyê polîsê exlaqê ve hate qetilkirin û wiha got: “Hîcaba bi darê zorê ya ku ji aliyê hikûmetê ve li ser jinan tê ferzkirin ne modeleke olî û ne jî çandî ye. Berovajî vê, amûreke kontrolkirin û bindestkirina tevahiya civakê ye."
 
Nergîs Muhammedî da zanîn ku piştî qetilkirina Jîna Emîn li Îranê protestoyên ku berdewam dike di têkoşîna sivîl de sûdek wê a mezin heye û tevî zextan jî ev têkoşîn berdewam dike û wiha got: “Ya rast ewe ku rewatiya rejîma Komara Îslamê û piştgiriya gel di asta herî kêm deye. Niha dema ku civaka navnetewî li Îranê piştgiriya civaka sivîl bike û divê mijarê de ezê hewldan bikim.”
 
Nergîs Muhammedî a 51 salî ku pirsgirêkên tendirûstiyê jiyan dike, li girtîgeha ewlehiya bilin a Evînê ku li Tahranê ku girtiyên siyasî lêne dimîne. Nergîs Muhammedî ji sûcên ‘li dijî rejîmê propaxanda’ û ‘li dijî rayedaran bêbextî’ 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Nergîs Muhammedî ku di sala 2003’yan de xelata aştiyê a Nobelê girtî, jina 19’emîn e ku ev xelata ku 122 sale tê belavkirin girtiye."