Rojnamegerên îşkence li wan hat kirin: Em ê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin

  • 14:07 11 Kanûn 2023
  • Rojane
STENBOL - Rojnameger Elfazî Toral tundiya polîsan a di dema şopandina nûçeyê de lê hatiye kirin wiha vegot: “Gelek caran kulm li dilê min dan. Hem tundiya fîzîkî hem jî ya derûnî li min kirin. Tevî ku min got pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene jî nesekinîn. Em ê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin.”
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral û xebatkara Demokratîk Modernîteyê Sema Korkmaz ku dema li Stenbolê nûçe dişopandin ji hêla polîsan ve lêdan xwarin û hatin binçavkirin, daxuyanî dan. Daxuyanî, li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li Beyoglûyê hate dayîn û gelek rojnameger tev li bûn.
 
‘Em ê berxwedana ji bo heqîqetê bidomînin’
 
Nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral diyar kir ku ji polîsan re got ku rojnameger e lê dîsa jî rastî tundiyê hatiye û wiha got: “Gelek caran kulm li dilê min dan. 5 saetan di wesayîta binçavkirinê de hatim sekinandin. Hem tundiya derûnî hem jî ya fîzîkî li min hate kirin. Di wesayîtê de pêhn li min dan. Min jê re got ku pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene lê dîsa jî nesekinîn. Li emniyetê polîsan gotine ku ez li dijî wan derketime. Tundiya li dijî min li emniyetê jî berdewam kir. Weke kesên ji kevneşopiya Çapemeniya Azad tên, em ê berxwedana ji bo heqîqetê bidomînin. Tevî êrişên wan jî dê israra me bidome.”
 
Sema Korkmaz jî tiştên bi serê wê hatin vegot. Sema, anî ziman ku armanca ji êrişan ew e ku civakê bêdeng bikin û wiha pê de çû: “Tevî van êrişan jî dê xebatên me bidomin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”
 
Wê pêvajoya hiqûqê bê destpêkirin
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogan jî diyar kir ku polîs hiqûqa xwe tune dihesibînin û ev tişt anî ziman: “Polîs, ji polîtîkaya necezakirinê cesaretê digirin. Li vir em ji dewleta hiqûqê zêdetir, dewleta polîsan dibînin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Me têkildarî derbkirinan rapor wergirtin û dê pêvajoya hiqûqî heta dawiyê bidomînin.”
 
Nûçegihana JINNEWS’ê û endama MKG’ê Marta Somek jî di daxuyaniyê de wiha got: “Em ê di nava hefteyê de li gel Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û ÎHD’ê li dozgeriyê gilî bikin. Dê xebatên me yên li dijî van êrişan bidomin û dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin.”