Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdanên li Stenbolê bidawî kir

  • 18:15 10 Kanûn 2023
  • Rojane
STENBOL - Heyeta Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesî pêk dihat û nav de hiqûqnas, parlamenter, ekolojist û nûnerên rêxistina civaka sivîl jî heye, du rojan serdanên xwe domandin û bi HDK’ê bidawî kirin. Heyet sibê li Amedê wê serdanan bidomîne. 
 
Heyeta Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesî pêk dihat û ji welatên cuda yên Ewropayê nav de hiqûqnas, parlamenter, ekolojist û nûnerên rêxistina civaka sivîl jî heye, du rojan serdanên xwe li Stenbolê domandin. Heyet duh çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrin,Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Dayikên Şemiyê û Jin Bihevre Xurtin. Di serdanan de tecrîd û binpêkirinên mafan hatin destgirtin. Îro jî heyet çû serdan aKomeleya Dema Jinê û Însyatîfa Bi Hezaran Aysel.
 
Heyetê serdanên du rojan bi serdana Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bidawî kir. Heyet li Beyoglu jî li avahiya Navenda Giştî bi hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û encamên meclîas Jinan re hatin gel hev.
 
Hevdîtin bi pirs û berisvan bi dawî bû. Sibê jî wê li Amedê heyet serdanan pêk bîne. Heyet 15’ê Kanûnê de wê vegere Stenbolê û daxuyaniyekê bide çapemeniyê