Zaroka 13 salî bi mêrê 28 salî re dergîstî kirin

  • 16:29 10 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Konyayê malbatekê zaroka xwe ya 13 salî bi Alî G. yê 28 salî re dergistî kirin. 
 
Mêrê bi navê Osman S. ku li Taxa Karaalî ya navçeya Beyşehîr a Konyayê dijî, di 7'ê kanûnê de keça xwe ya bi navê C.S. ya diçe pola 8’an a dibistanê, bi zilamê 15 salan ji xwe mezintir Alî G. ê 28 salî re nîşan kir. Dîmenên merasîma nîşanê li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Piştî ku dîmen belav bûn, tîmên  Fermandariya Cendirmeyan û Midûriyeta Xizmetên Malbat û Civakî yên Beyşehîrê têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin. 
 
Cendirmeyan di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên Alî G. û ferdên malbatê girtin.