Li Amedê ji bo tevlibûna şahiya ciwanan bang hat kirin

  • 14:50 10 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Endamên Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê ji bo şahiya îşev û kongreya 24'ê Kanûnê banga tevlibûnê kirin. 
 
Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) gel vexwend kongreya wê di 24'ê Kanûnê de bi dirûşma "Vejînek Ciwan" li Amedê bê lidarxistin û şahiya îşev. Ciwanan derbarê şahiya îşev de belavok belav kirin. 
 
Ciwanan ji Meydana Şêx Seîd heta Cadeya Melik Ahmetê meş li dar xistin û belavok belav kirin û gel vexwendin şahiyê. Welatiyên li der û dorê jî piştgirî dan ciwanan. 
 
Wê şahî li Eywana Dawetê ya Roj bê lidarxistin. Belavkirina Belavokan û meş li Eywana Dawetê ya Roj bi dawî bû.