Qurbaniyên Komkujiya Garê ya Enqereyê hatin bibîranîn

  • 14:13 10 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Di meha 98’an a Komkujiya Gar a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn. Seroka Komeleya 10 Ekim-Derê Mehtap Sakîncî Coşgun got: “Roj bi roj hewl didin komkujiyê bidin jibîrkirin. Lê belê em ê soza xwe ya ku komkujiyê nedin jibîrkirin pêk bînin.” 
 
Endamên DAIŞ’ê li dijî mitînga “Aştî û Demokrasiyê” ya hêzên Ked û Demokrasiyê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an a li Qada Gar a Enqereyê êrişa bombeyî kirin û bi sedan kes hatin qetilkirin. Qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn. Bi boneya 98’emîn meha komkujiyê, li pêşiya garê daxuyanî hate dayîn. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û endam û rêveberên Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘Roj bi roj dixwazin vê komkujiyê bidin jibîrkirin’
 
Seroka 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşgun di daxuyaniyê de axivî û got “em li cihê bûyerê ne.” Mehtap, wiha domand: “Heta niha guh nedan tu daxwazên me. Li dijî mitînga aştiyê ya Ked û Aştiyê, bi komkujiyê bersiv dan. Mixabin li 49 bajarên Tirkiyeyê cenaze hatin şandin. Dirûşma bi hezaran kesan aştî bû. Dev ji aştiyê berdin, li vî welatî tu daxwaz nehatin qebûlkirin û pêşketinek çênebû. Di komkujiyê de 104 kes hatin qetilkirin lê mekanîzmaya edaletê nehat karîgerkirin. Berpirsyarên rasteqîn ên komkujiyê nehatin dîtin û darizandin. Hewl didin bi darizandinên her du mehan carekê vê dozê tune bikin. Roj bi roj dixwazin vê komkujiyê bidin jibîrkirin.” 
 
'Em ê her tim bên vê derê û daxwazên xwe dubare bikin'
 
Bi domdarî Mehtap anî ziman ku ji bo edalet pêk were ew ê hatine xwe ya li pêşiya garê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Me soz daye ku dê 10’ê Cotmehê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê vê soza xwe bi cih bînin. Em dixwazin sozên ji bo hatine dayîn bi cih bên. Em ê her tim bên vê derê û daxwazên xwe dubare bikin.”