Di çalakiyên Nobeta Edaletê de banga azadiya Abdullah Ocalan

  • 13:53 10 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê çalakiya “Nobeta Edaletê” di roja 6'emîn de didome û kesên ku tevlî çalakiyê bûn banga xwedîderketina li çalakiyan kir. Her wiha li Amed, Mêrsîn û Edeneyê jî çalakgerên Nobeta Edaletê banga bidawîkirina tecrîdê kirin û xwestin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe. 
 
Bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Wanê û malbatên girtiyan Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin, didome. Çalakiya ku li avahiya rêxistina DBP'ê ya bajêr hatî destpêkirin di roja 6'emîn de ye. 
 
Rêxistina HEDEP û DBP'ê ya navçeya Artemêtê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û ÇEV-Der piştevaniya çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Di çalakiyê de li ser navê malbatên girtiyan Sevat Bayhan axivî û wiha got: “Em dixwazin hemû kes xwedî li girtîgehan derbikeve û piştevaniya vê çalakiyê bikin. Bi vê mebestê em ji bo hemû kesî azadî, aştî û demokrasiyê dixwazin. Gelê Kurd bila hemû rabe li ser piyan. Ev çend sal in em di nava vê agir de ne. Dem dema rabûna gel e.”
 
Amed
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya HEDEP’a Rezanê jî berdewam dike. Kesên tev li çalakiyê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Endamên DBP, HEDEP, Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana çalakvanan. Di serdanê de endamên Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê û çalakvanan bi hev re stran gotin. 
 
Edene
 
Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edeneyê de jî li ser daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin. Nobet, li Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (ATUHAY-DER) didome û Parlamenterê HEDEP’ê Kamûran Tanhan, endamên Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên DBP, HEDEP û HDP’ê tev li çalakiyê bûn.  
 
Mêrsîn
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) jî didome. Nobet li avahiya komeleyê didome û îro rêveberiya HEDEP’a Mêrsînê, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl çûn serdana çalakvanan. 
 
Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş diyar kir ku nêzî hezar girtiyên siyasî ketine greva birçîbûnê û banga xwedîderketina li çalakiyê kir.