Konferansa Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê dest pê kir

  • 13:30 10 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya çend kêliyan bi dirûşma "Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de" Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Reqayê dest pê kir.
 
Konferans hemwextî salvegera 75'an a Danezana Cîhanê ya Mafên Mirovan ku her sal cîhan bi dirûşmeke ku ji aliyê NY'yê ve tê diyarkirin pîroz dike, tê pîrozkirin. Dirûşma 2023'yan ev e; "Rûmet, Azadî û Edalet ji tevahî re".
 
Di konferansê de siyasetmedarên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parêzerên ji Humis, Hema û Laziqiyê, endamên Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Yekitiya Bijîşkan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar in. Her wiha çalakgerên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdulah Ocalan, şêx û rûspiyên eşîran, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ên Reqa û Tebqayê, hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd jî beşdar in.
 
Çav li rê ye hiqûqnas û siyasetên ji Misir û Yewnanistanê û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya bernameya Zoomê beşdar bibin.
 
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Esir axaftina destpêkê kir û bixêrhatina beşdaran kir.
 
Konferans dê ji du rûniştinan de pêk were. Di her rûniştinekê de dê du mijar werin nîqaşkirin. Di rûniştina yekemîn de dê 'Rûpelên li ser Rêbertiyê' û 'Komploya navneteweyî û darizandina şeklî. Di rûniştina duyemîn de dê' Pergala li Îmraliyê" ji aliyê parêzer Xedîce Bidêwî ve were birêvebirin û mijara 'Rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan' ji aliyê parêzer Mistefa  Ebdulkerîm ve were birêvebirin. Her wiha parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Canet Canîş wê bi rêya zoomê 'pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û binpêkirinên li wir' şîrove dike.
 
Çavli rê ye konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.