Ji ber ambargoya Şamê zarokekê jiyana xwe ji dest da

  • 13:18 10 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ambargoya giran a hikumeta Şamê, li herêma Şehbayê zarokek ji malbateke koçber jiyana xwe ji dest da.
 
Efrîniyên ku ji ber êrişên dewleta tirk xwe li Şehbayê girtin, ji aliyekî ve dibin hedefa bombardûmana dewleta tirk li aliyê din jî di bin ambargoya giran a hikumeta Şamê de ne.
 
Ji ber ambargoyê destûr nayê dayin ku şîrê zarokan, sotemenî, derman û xwarin derbasî herêmê bêne kirin ku ji bo jiyanê gelekî girîng in.
 
Li Kampa Serdemê ku koçberên Efrînî lê dimînin 2'yê Kanûnê zarok Sozdar Hesen ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.
 
Ji ber nemana mazotê bi rojane zor û zehmetî giran bûne. Elektrîk jî qut bûye.
 
Di serî de Şaredariya Gel, saziyên Rêveberiya Xweser hewl didin bi derfetên xwe yên kêm xizmetê ji gel re bikin.
 
Ambargoyê bandoreke giran li nexweşxaneyan kir. Li Nexweşxaneya Avrîn ji ber nebûna sotemeniyê û elektrîkê ji bilî beşa lezgîn beşên din ên tenduristiyê nikarin xizmetê bikin. Di heman demê de derman ji bo nexweşan nikarin bêne peydakirin.