Nivîskar Laura Shrader: Birêz Ocalan lehengekî navneteweyî ye

  • 09:03 10 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Rojnameger- nivîskara Îtalyan Laura Shrader wiha got: “Bi saya Rêber Ocalan û PKK’ê Gelê Kurd ji nû ve çand û zimanê xwe kifş kir. Abdullah Ocalan sembola berxwedana pêşketî, femînîst, Rojava û Kurd e."
 
Nivîskara pirtûkên I Fuochi del Kurdistan (Kurdistan Ateşi), Civilta e Verita (şaristanî û heqîqet) rojnameger Laura Schrader ya di Komîteya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ de cih digire pirtûka bi navê Berxwedan (La Resistenze del Popolo Kurdo Contro il Genocidio di Erdogan) nivîsî. Di pirtûkê de berxwedana Gelê Kurd ya li dijî destilatdariya AKP’ê tê destgirtin. Nivîskar Laura di pirtûka xwe ya Berxwedan de cih dide berxwedana di esasa felsefe û vegotinên girîng yên Abdullah Ocalan.
 
*Ez dixwazim vê pirsê pirs bikim we çawa biryar da hûn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binivîsin? Sedema ku we berê xwe da vê çi bû?
 
Ez ji we re ji JINNEWS’ê ji bo eleqeya berxwedanê spas dikim. Ez ekîba edîtorya bi dostanî silav dikim. Ez endama Komîteya Dema Îtalyan  û di însiyatîfa ji Ocalan re Azadî de cih digirim. Li Îtalyayê di îlona 2022’yan de li Uîkî- Enformasyna Kuristan a Ofîsa Romayê bernameyek mezin pêk hat. Metnên elîo Gîordano got min nivîsî. Dema min ev nivisî min pirsgirêka kurd ji nû ve girîngiya wê ferq kir. Wê demê li ser heman mijarê min nivîs weşandin. Der barê tecrîd û girtina Birêz ocalan de bû. Tecrîd û girtina wî nayê qebûlkirin. Ji bilî nivîsan min got divê xebatek hîn berfireh bê meşandin.
 
*Di pirtûkê de berxwedana Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê tê vegotin. Hûn dikarin mijarên pirtûkê vebêjin?
 
Di dema amadekariya pirtûkê de min tenê bi kesên ku li ser mijara kurd dixebitin re hevdîtin nekir. Min bi her kesî re kir. Xîtabê zêdetir girseyan kirin gelek girîng e. Min bi uslubek ‘empresyonîst’ yanî bi navê din ‘şopandin’ pirûk nivîsî. Di her beşê de min mijarên cuda derxist  pêş; Şewitandina Sûrê, dagirkirina Afrînê, hovîtiya bodrumên Cizîrê, şexsiyetên wekê Sakîne, Fîdan, Hevrîn û Selahattîn Demîrtaş min girt dest. Her wiha pêvajoya HDP’ê û komkujiyên Erdogan.
 
*Di pirtûkê de we çawa rêberê PKK’ê vegot, hûn dikarin hinek besh bikin?
 
Ez di pirtûkê de behsa hewldan û pêşniyarên aştiyê yê serok ku ji 1993’yan dest pê dike dikim. Hêviya demokrasî û aştiyê ya ji hevdîtinên Osloyê derketine jî tên bibîrxistin û bi giştî min rastiya ku serok dibe hêviya aştiyê vegot. Ligel ku îlhamê dide polîtîka konfederalîzma demokratîk ya modela nû, bûye hîmê esas yê pêşengiya serkeftina ku Kurdan li dijî DAIŞ’ê qeenc kiriye. Ligel vê min di pirtûka xwe de cih da felsefeya ‘jin jiyan azadî’. Min dibeşeke xwe de cih na nivîsa Ayney Ocalan.
 
* Navê pirtûkê berxwedane? Sedema vê çiye? 
 
Sedema bikaranîna gotina ‘berxwedan’ di esasê de pesndayîna zimanê kurdî bû. Roland Barhes diyar dike ku dema zimanê mirovan ji dest bê girtin hemû sûc dertên holê. Leyla Zana jî berê gelek caran balkişandibû ser pirsgirêka ziman. Astengkirin û qedexekirina ziman sûce. Mijarek cidiye. Bi saya Abdullah Ocalan û tevgera Serhildanê Gelê Kurd ji nû ve ziman û çanda xwe kifş kir. Ji ber vê Birêz Ocalan serokekî gelek girîng e.
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîde giran de ye. Hûn der barê vê tecrîdê de çi dibêjin?
 
Tecrîda li ser Rêber Ocalan sûcekî navnetewyî ye. Hem ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hem ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve hatiye şermezarkirin. Lê piştî şermezarkirinan çalakiyên şênber tunene. Tirkiye hîna wek mutefîkê girîng yê NATO’yê tê dîtin. Birêz Ocalan di 1’ê Cotmeha 1999’an de mafê starbûna siyasî li Îtalyayê qezenc kiribû. Tenê ji bo vê biryarê jî divê Îtalya bikeve tevgerê lê naxebite.
 
* Abdullah Ocalan di bin tecrîdê paradîgma xwe bi cîhanê da bihistin. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Di tecrîda dijmirovahî de pêşniyarên mezin ava kir û berhemên birêz Ocalan gelek girîng in. Nirxandinên siyasî yên kûr û dewlemendin. Rexneya wî ya li dijî baviksalariyê gelek xurt e. Rola jinan ji nû ve dinirxîne û gelek bi nirx û rojeviye. 
                                  
* Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hîna şer didome. Ev şer tê jiyîn û her kes paradîgma hatiye pêşkêşkirin diaxive. Hûn vê çawa digirin dest?
 
Paradîgma Konfederalîzma Demokratîk ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo her derê cîhanê derbas dibe. Îro Fîlîstînî ne xwedî lîderekî rast ne jî fikrek afrînerin. Dirûşmeya ‘Du gel du dewlet’ mixabin wek dirûşme dimîne. Çareseriya konfederal baldar nayê girtin.  Abdullah Ocalan sembola berxwedana pêşketî, femînîst, Rojava û Kurd e. Berxwedan dide xuyakirin ku Birêz Ocalan lehengê siyaseta navneteweyî ya li dijî cîhanê ya piştî Îmraliyê bêdeng ma ye."

Etîketan:

Abdullah Ocalan