ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 10 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Amîne Kaya ya di 27’ê Mijdarê de tevli greva birçîbûnê ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin bû. Dayika Amîneyê Meryem Soylu da zanîn ku divê xwedî li çalakiyê derkevin û got: "Gelê Kurd di bin şertên giran de hertim bedelên mezin dane. Girtî li hundir li ber xwe didin û divê em jî li derve li ber xwe bidin."BI DÎMEN 
 
*Ji Rêveberiya ÎHD'ê ya Îzmîrê Denîz Bayrak da zanîn ku hewl têdayîn dewleteke ku mafê mirovan lê tuneye bê afirandin û ji bo parastina maf bi awayekî baş bê meşandin divê bêyî tavîz maf bên parastin. BI DÎMEN 
 
* Rojnamer û nivîskara Îtalyan Laura Shrader wiha got: “Bi saya Rêber Ocalan û PKK’ê Gelê Kurd ji nû ve çand û zimanê xwe kifş kir. Abdullah Ocalan sembola berxwedana pêşketî, femînîst, Rojava û Kurd e." BI DÎMEN