Êrişa li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê hat şermezarkirin

  • 16:15 9 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişa polîsan a li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglûyê li Riha û Wanê hat şermezarkirin û hat diyar kirin ku dê têkoşîna xwe mezin bikin û teqez bi ser kevin. 
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglû  di dema daxuyaniya li Stenbolê de ji hêla polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin. Edanûr Îbrahîmoglû di bin çavan de jî rastî êrişê hatiye. Li dijî êrişa ku pêk hatî li Riha û Wanê Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê daxuyanî dan. 
 
Riha 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê, ji bo êrişa polîsan a li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglûyê şermezar bikin li ber avahiya Rêxistina HEDEP’a Xelfetiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji bilî parlamenterên bajêR Mîthat Sancar, Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar gelek kes beşdar bûn. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’a Rihayê Enes Rakim ê di daxuyaniyê de axivî, bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî Îbrahîmoglû da û wiha got: “Hewldana zîhniyeta faşîst a ji bo pêşîgirtina li mafê me yê demokratîk ê protestokirin û veguherandina kolanan ji bo îşkenceyê pûç e. Çawa ku me duh dest ji têkoşîna xwe berneda, em ê di siberojê de jî dest jê bernedin. Em baş dizanin ku; Ev êrîş, binçavkirin û îşkence parçeyek ji polîtîkayên şer-tecrîdê yên hikûmetê ne. Dorpêçkirina me û xespkirina mafên me yên demokratîk ji polîtîkaya tecrîdê ne serbixwe ye. Em ê li dijî van êrişên bi armanca tunekirina gelê kurd û li ser bîrê tên kirin rawestin. Em di azadiyê de bi biryar di têkoşînê de bi israr in. Em ê bi hemû beşên civakê yên têbikoşin re serbikevin. Em ê gavekê jî paş ve neavêjin û serî li ber îşkenceyan netewînin. Em ê têkoşîna xwe ya dîrokî hinek din zêde bikin û heta di civakê de azadî û wekheviyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê teqez serbikevin.”
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeya “Bijî berxwedana ciwana” bi dawî bû. 
 
Wan 
 
Di daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê ya HDP'ê de wêneyên Edanûr ên ji aliyê polîsan ve tên îşkencekirin û pankarta "Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe" hatin hilgirtin. Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên bajêr û gelek ciwan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclîsa Ciwanên HEDEP'ê ya Wanê Harûn Cavgûn ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em baş dizanin ku; Ev êriş, binçavkirin û îşkence parçeyek ji polîtîkayên şer ên tecrîdê yên hikûmetê ne. Dorpêçkirina me û desteserkirina mafên me yên demokratîk ji polîtîkaya tecrîdê ne serbixwe ye. Em ê li dijî van êrişên li dijî tunekirina tevahî Gelê Kurd bisekinin. Yên ku li dijî sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li ser hemû mijarên civakî li Tirkiye û Kurdistanê tê meşandin, hem li zindanan û hem jî li kolanan bedena xwe weke mertal bi kar tînin divê bizanin ku ne bi tenê ne.  Em di azadiyê de bi biryar û di têkoşînê de bi israr in. Em ê bi hemû beşên civakê yên têkoşer re bi hev re bi ser bikevin. Em li hemberî îşkenceyê serî natewînin."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana ciwanan” bi dawî bû.