Nûçegîhana me Elfazî Toral serbest hat berdan

  • 15:58 9 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Nûçegihana me Elfazî Toral ku dema li ber avahiya Rêxistina HEDEP'ê ya Stenbolê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin, piştî îfadeya wê ya li dozgeriyê serbest hat berdan.
 
Duh nûçegihana ajansa me Elfazî Toral, xebatkara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz û endama Meclîsa Ciwanên HEDEP Edanur Aydogdu ku li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dişopandin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. 
 
Nûçegihana me Elfazî Toral di îfadeya xwe de diyar kir ku ji bo şopandina nûçeyê beşdarî daxuyaniyê bûye, lê tevî ku diyar kiriye ew rojnameger e jî ji aliyê polîsan ve lêdan xwariye. Elfazî her wiha di îfadeya xwe de diyar kir ku polîsan destê xwe xistiye qiriqa wê û şidandiye. Hem di dema binçavkirinê de hem jî di wesayîta binçavkirinê de tundî lê hatiye kirin. 
 
Sema û Edanûr piştî îfadeyan a li emniyetê serbest hatin berdan, Elfazî jî bi îdiaya "Binpêkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a Hejmar 2911" sewqî edliyeyê hat kirin.
 
 Elfazî sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat kirin û li gel dozgeriyê îfadeya wî hat girtin. Endamên Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û gelek xebatkarên çapemeniya azad ji bo piştgiriya Elfazî li ber edliyeyê hatin cem hev.
 
Di îfadeya xwe de Elfazî diyar kir ku ji îşkence lê hatiye kirin, li nexweşxaneyê rapor girtiye. Elfazî anî ziman ku di raporê de hemû îşkenceyên li wê hatine kirin cih negirtiye û diyar kir ku dema nûçe dişopîne jî ji aliyê polîsan ve lêdan xweriye û piştre jî hatiye binçavkirin. Elfazî, anî ziman ku hem di dema binçavkirinê de hem jî di wesayîta binçavkirinê de ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceyê hatiye û diyar kir ku li stûyê wî û hin cihên laşê wê şopên lêdanê hene. Her wiha Elfazî da zanîn ku ji ber îşkenceya ku li wan hatiye kirin, dê li dijî polîsan giliyê sûc bikin.
 
Piştî îfadeya Elfazî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Elfazî dema ji edliyeyê derket ji aliyê hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.