Li girtiyên ketine greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê

  • 14:09 9 Kanûn 2023
  • Rojane
 
RIHA - Di Girtîgehên Hejmara 1 û 2’yan ên Rihayê de, cezayên dîsiplînê dan girtiyên ketine grevên birçîbûnê. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê bi girtiyên di Girtîgehên Hejmara 1 û 2’yan ên Tîpa T yên Rihayê de tên ragirtin hevdîtinê pêk anî. OHD rapora di çarçoveya hevdîtinan de amade kiriye bi raya giştî re parve kir. 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T ya Rihayê de qawîşek ketiye greva birçîbûnê. Di raporê de hat diyarkirin ew bi Emîn Guler ê ketiye greva birçîbûnê û ji sedî 90 astengdar e, hevdîtin kirine û wiha hate gotin: “Emîn destnîşan kir ku roja ewil a ku ketiye greva birçîbûnê, îdare jê re wiha gotiye, ‘em dixwazin te di bin kontrolê de bigirin’ û xwestine wî bibin qawîşekî yekkesî û piştre dest ji vê daxwaza xwe berdane. Guler anî ziman ku derbarê wî de ji ber dest bi greva birçîbûnê kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin û biryara qedexekirina çalakiyan a meheke hatiye dayîn. Guler da zanîn ku ew bi Maksût Durmuş ê di heman qawîşê de tê ragirtin, di greva birçîbûnê de ye.”
 
Di heman raporê de hat gotin ku ew bi Selamî Çîftçî ê di Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T de tê ragirtin re jî hevdîtinê kirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku der barê Selamî  de jî ji ber ketiye greva birçîbûnê, lêpirsîna dîsiplînê hatiye vekirin. Hat diyarkirin ku îdareya girtîgehê hevdîtin bi Çîftçî û derûnnasê di saziyê de peywirdar e, daye kirin û ji bo Selamî dest ji çalakiya xwe berde, xwestine wî îqna bikin. 
 
Hat zanîn ku tevî Selamî, girtiyên bi navê Aydin Oba, Kadîr Demîr ên di heman girtîgehê de tên ragirtîn jî, ev 4 roj in di gireva birçîbûnê de ne.