Di bombebaranê de 2 zarok û jinek birîndar bûn

  • 14:03 9 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Di êrîşa Tirkiyeyê ya li gundê Deşîşe ya girêdayî Til Temirê de du zarok û jinek birîndar bûn.
 
Di êrîşên Tirkiyeyê  yên li hember gundê Deşîşe ya girêdayî navçeya Til Temirê de 2 zarok û jinek birîndar bûn. Mala welatiyê bi navê Ebduselam El Mela bû hedefa topbaranê. Di encama topbaraên de Kemal Ebduselam Mihemed (16) Nûriye Mihemed El Hisên (40) û Muna Ebduselam Mihemed (10) birîndar bûn. Kesên birîndar bûne ji bo ku werin darmankirin rakirin nexweşxaneya Til Temirê.