Hejmara fezlekeyên li meclîsê derket 733’an

  • 13:41 9 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 733 fezlekeyên ku bi daxwaza rakirina parêzbendiya wan ji Meclisê re hatin şandin jê  512 der barê parlamenterên HEDEP’ê de ne. 
 
Hejmara daxwaznameyên ku Serokatiya Meclisê bi daxwaza rakirina parêzbendiyê pêşkêşî Komîsyona Destûr û Edaletê ya Hevpar kir gihişt 733’yan. Tezkereyên Serokomariyê yên li ser rakirina Destnedana Qanûndanînê ji aliyê Serokatiya Meclîsê ve di lîsteya “Kaxizên Tên” de hatin weşandin û hewalêyî Komîsyona Têkel kirin.
Ji 733 fezlekeyên hatin amadekirin jê 512 der barê parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) de ne. Sûcdariyên parlamenterên HEDEP’ê ji sûcên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” pêk tên. 
 
Parlamentera der barê wê de herî zêde fezleke hatiye amadekirin jî parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz e. Hejmara fezlekeyên der barê Salîhayê de 97 in.
 
Dema em li cûreyên sûcên tên îdîakirin dinêrin, herî zêde bi 326 dosyeyan ‘propagandaya rêxistinê’ fezleke hene. Ji bilî vê fezleke ji van sûcan pêk tên: “Pesindayîna sûc û sûcdar, sorkirina gel a ji bo kîn û dijminatiyê, muxalefeta li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan, biçûkxistisna dewlet û hikûmeta Komara Tirkiyeyê, heqareta li wezîfedarekî cemaweriyê, endametiya rêxistinê, heqareta li Serokomar, gef û îftira.”