Der barê mirina Sumeyra Duratîmur de bavê wê hat girtin

  • 18:10 8 Kanûn 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Sumeyra Duratîmur bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Der barê mirina wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û  di lêpirsînê de bavê wê Emîn Duratîmur ji sûcê ‘desthdirêjiya zayendî’ hat girtin.
 
Li navçeya Bornova ya Îzmîrê li taxa Kizilay Sumeyra Duratîmur di 27’ê Mijdarê de biguman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Sumerayê întîxar kiriye û der barê mirina wê de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Di îfadeyên hatin girtin de derket holê ku dema Sumeyra 7 salî bû bavê wê emîn Duratîmur destdirêjî lê kiriye, lê nehatiye gilîkirin. Der barê vê de lêgerîna Emîn Duratîmur hat destpêkirin.
 
Emîn Duratîmur yê li Îzmîrê hat binçavkirin, piştî îfadeyê hat girtin.