Ji bo dorpêça li Şehbayê rabe meş hat lidarxistin

  • 13:45 8 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî rêgiriya hikumeta Şamê meşiyan. Şêniyan li hember hikumeta Şamê nerazîbûnên xwe anîn ser ziman û peyama berxwedanê dan.
 
15 roj in ji ber rêgiriya Hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê û tunebûna sotemeniyê elektrîk li ser herêmê hatiye qutkirin. Li dijî dorpêça li ser herêmê şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê meşek li dar xistin. Meşê ji çerxeriya navçeya Ehdasê heya benda kontrolê ya Hikumeta Şamê ya navçeyê berdewam kir. Di meşê de pankertên bi nivîsên,"Dorpêçkirina li ser herêmê şermezar dikin","Dorpêçkirin riyên jiyanê disekinîne û êşan zêde dike" hatin rakirin.
 
Ji bo rakirina dorpêçê bang hat kirin
 
Meşvan piştî gihîştin benda kantrolê deqeyek rêz girtin. Paşê li ser navê koçberên Efrîn û gelê Şehbayê Mustafa Hesen axivî. Mustafa di gotinên xwe de bal kişand ser dorpêça giran a li ser gelê sivîl û banga rakirina vê dorpêçê kir û gor: "Ev 6 sal in koçberên Efrînê di nava şert û mercên giran de li Şehbayê li ber xwe didin. Di van salên koçberiyê de Hikumeta Şamê û hevkarên wê rê li ser herêmê girtin û astengiyan derxistin. Li şûna ku hikumeta Şamê bi gel re alîkar be û nehêle deverên wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bên dagirkirin, derfetê dide dagirkeran ku zêdetir xaka Sûriyeyê bê dagirkirin. Mayîna gel li Şehbayê ji bo parastina deverên Sûriyeyê girîng e lê hikumeta Şamê astengiyan li hemberî berxwedana gel derdixe. Gelê Efrînê ku 58 rojan li hemberî hêzên NATO’yê berxwedana xwe domand wê sekna xwe bidomîne û bi dorpêç û rêgirtinê neyê şikandin. Em bang li rêxistinên cîhanî dikin ku dorpêça li ser herêmê bê rakirin ji ber ku herêm ber bi xeteriyê ve diçe û ji xizmetên gel derdikeve, jiyan li herêmê hatiye rawestandin.”