Polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin

  • 13:03 8 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL -  Di dema binçavkirinê de polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin. 
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglû duh di dema daxuyaniya li Stenbolê ya têkildarî mafê şînê rêzgirtina miriyan a Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY - DER) a li Qada Şîrînevlerê de ji hêla polîsan ve lêdan û piştre jî hat binçavkirin. Hat zanîn ku Edanûr Îbrahîmoglû di bin çavan de jî rastî êrişê hatiye. 
 
Partiyê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê wiha got: “Îşkenceyên we dê nekarin me bêzar bikin. Ev êrişên we nîşan didin ku hûn ji partiya me û Meclisa Ciwanan ditirsin. Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye û zû yan jî dereng hûn ê teqez hesabê vê bidin.” 
 
Hat diyar kirin ku Edanûr dê derbarê îşkenceyê de serdana sûc bike.