Doza rojnameger Bêrîtan Canozer hat redkirin

  • 11:45 8 Kanûn 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Bi hinceta doza Rojnameger Bêrîtan jê dihat darizandin mukerrer e dadgehê biryara redkirina dozê da. 
 
Rojnameger Bêrîtan Canozer di 25'ê Nîsanê de bi îddîaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Bêrîtanê 58 roj şûnde hatibû berdan. Celseya duyem a doza bi heman sûcdarkirinê hatibû vekirin îro li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Di rûniştinê de Bêrîtanê û parêzerê xwe Muharrem Erbey amade bûn. Şahidê eşkere Umit Akbiyik jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), MLSA, ÎHD û rojnameger ji bo piştevaniyê tevlî rûniştinê bûn. 
 
Di destpêkê de Bêrîtanê parastina xwe kir û got beyan tenê hatine kopîkirin û got ew îddiayên derbarê xwe de qebûl nake. 
 
Parêzer Muharrem Erbey jî da zanîn wan parastina xwe ya nivîskî pêşkêş kirine û ew mutalaaya dozger qebûl nakin û berata muwekîla xwe xwest. 
 
Dadgehê bi hinceta Bêrîtanê berê bi heman sûcdarkirinê hatiye darizandin, biryara redkirina dozê da.
 
Dadgehê da zanîn dosyaya Bêrîtanê jê tê darizandin berê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye dîtin û da zanîn dosya mukerrer e û biryara redkirina dozê da.