ROJEVA 08'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 8 Kanûn 2023
  • Rojev
 
*Jinên ku piştgiriya çalakiya “Nobeta Edaletê” dikin, diyar kirin ku heke Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan negihîje azadiya xwe dê civak jî azad nebe û gotin: "Divê ji bo têkbirina tecrîdê yekitî pêş bikeve." BI DÎMEN 
 
*"Guherîna paradîgma ku reviyê wê di 68’an de hat pêxistin, bi ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ re bi nexşerêyekê, bi pergalek konfederal demokratîk gihişt forma xwe. Paradîgma modernîteya demokratîk, terza jiyana modernîteya kapîtalîst di her alî de derbas kir û xwedî watebûn û bingehekê ye. Şoreşa Rojava ya di serê sedsala 21’ê de pêş ket, xwedî wateyeke wek Şoreşa 17'ê Cotmehê ya 1848’an e. Şoreşa Rojava nirxên ku nifşê 68’an temsîl dikir di roja îro de nîşan dide." JI NÎQAŞÊN JINELOJIYÊ 
 
*Endama Pîrebokên Kampusê Seçîl Murtazaoglu da zanîn ku ji ber sedema polîtîkayên desthilatdariyê ciwan derdikevin derveyê welat û got wê li dijî vê atolyeyan pêk bînin û hişmendiya femînîst mezin bikin. Seçîlê ev tişt anî ziman: “Armanca dewletê ev e ku karkerên nû hilberîne, keda mirovan binpê bike. Ciwan ji ber polîtîkayên dewletê diçin derveyê welat. Ji ber vê em bi jinan re di atolyeyan de tên gel hev û dixwazin hişmendiya femînîst pêş bixînin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin kolanan û serhildanê bilind bikin.” BI DÎMEN 
 
* Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun der barê Makbule Ozer a 81 salî de ku rapora ‘dikare girtî bimîne’ ji bo wê hatibû dayîn, axivî û banga piştevaniyê kir. BI DÎMEN 
 
* Jinên li Helebê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku ew dixwazin demildest derbarê rewşa Abdullah Ocalan de bibin xwedî agahî û gotin:"Ji bo em bigihêjin azadiya Rêberê xwe em ê gavê bi paşde navêjin û em ê her li qada bin."
BI DÎMEN