135 saziyên sivîl: TTB em in, em li vir in

  • 12:29 7 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 135 rêxistinên saziyên sivîl, ji bo endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ên bi biryara dadgehê ji peywirê hatin girtin, daxuyaniya piştevaniyê dan û gotin: “TTB em in, em li vir in.”
 
Ji her aliyê Tirkiye û Kurdistanê 135 saziyên di qadên cuda de kar dikin ên wekî konfederasyon, komeleyên piştevaniyê, partiyên siyasî, sazî, sendîka, rêxistinên maf û baweriyê û platform bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dan endamên Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) tevahiya endamên wê yên Konseya Navendî bi biryara dadgehê ji peywirê hatine girtin. 
 
Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku dixwazin bi TTB’ê çavê rêxistinên hemû pîşeyan, ode, sendîka û rêxistinên civakî û demokratîk bitirsînin û ev tişt hat gotin: 
 
"TTB temînata mafê tenduristiya gel e û ji peywirê girtina wan bêyî tu bingehên hiqûqî ye û ev jî perçeyeke pêvajoya welat bê Destûra Bingehîn hiştinê ye. 
 
Yekitiya Bijîşkan a Tirk;
 
* Li dijî tunekirina xizmetên tenduristiyê yên qada cemaweriyê, tenduristiyê kirina piyase û mal, mafê tenduristiya gel diparêze.
 
* Ji bo her kesê xizmeta tenduristiyê ya bêpere, baş, nêz û di zimanê zikmakî de, diparêze. 
 
* Li dijî şer aştî û mafê jiyanê diparêze.
 
* Ji bo mafên kedkarên tenduristiyê û parastina ji tundiyê têdikoşe. 
 
* Di pêvajoya Pandemiyê de ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, rastî bi gel re parve kir, meşandina zelal a pêvajoyê parast. 
 
 Tam jî ji ber vê yekê vê êrişa derhiqûqî li TTB’ê dikin û mafê jiyana tenduristî ya civakê hedef digirin.  
 
Ji 100 hezar kesan zêdetir endamên Konseya Navendî ya TTB’ê hene û bi awayeke demokratîk tên hilbijartin. Bi peywirê girtina wan dixwazin çavên hemû rêxistinên pîşeyan, odeyan, sendîkayan, rêxistinên civakî yên demokratîk bitirsînin. Dixwazin li hemû yekîneyên rêvebirinê, li zanîngeh û herêmên xwecihî sepanên qeyûm ên desthilatê bi cih bikin. 
 
Ya ku rastî êrişê hatiye ne tenê TTB ye, li dijî mafê gel ê tenduristî, rêxistinbûn û di welat de bi awayeke aştiyane jiyanê, hatiye kirin. 
 
Em li dijî hewldana bêhiqûqî ya li dijî TTB’ê hatiye kirin bilindkirina têkoşîna xwe ya hevpar radigihînin.
 
TTB nayê bêdengkirin, TTB em in, em li vir in."