Li Tirkiyeyê manifestoya jinê divê ji nû ve bê nivîsin

  • 09:04 7 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku jin dikarin li dijî dijminahiya li hember jinan rola yekbûyî û pêşeng bigirin ser xwe û divê jin ji nûve pirsgirêkên jinan bipirsin û manîfestoyek nû binivîsin.
 
Li Tirkiyeyê li dijî talana ekolojîk û binpêkirina kedê berxwedan û lêgerîna edeletê didome û çalaki parçe û parçe û herêmî ne. Di çalakiyên Akbelen an jî Argobay de jin di eniya pêş de cih digirin. Rêxistinên jinan diyar dikin ku bi têkoşîna jinê ev sekna parçeyî dikarin bibin yek û li dijî dewleta ku dijminahiya jinan dike ji nû ve pirsgirêk bên axaftin û manifestoya jinê ji nûve bê nivîsin.
 
Endama  MYK Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Ebru Yîgît da zanîn ku li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dijminahî û nîjedperestiya li hember jin û karkeran bilind dibe û li jî parçe parçe be jî serhildan hene. Ebruyê destnîşan kir ku li aliyê din jî tevî hemû şertên neyînî ji dadikevin kolanan û got: “Lê berxwedana jinan bi pergala serdest ya mêr re di rewşa hevsengiyê deye û ev hevsengî divê bê xerakirin. Pêkhateyên nû yên dijminê jinê HUDA-PAR, Partiya Zafer tevli desthilatdariya AKP-MHP’ê bûn. Divê em li dijî faşîzmê xeta têkoşînê bihûnin ku bi faşîzma AKP-MHP’ê şûnde gavê bidin avêtin. Hewcedariya me bi  nîqaşê heye.”
 
‘Divê tevgera jinan xwe bi rojevên diyarkirî sînor neke’
 
Ebruyê daxuyakirin ku tevgerên jinan xwe bi rojevên diyarkirî sînor dike, li dijî xizanî, tundiyê deng derdixe lê li dijî şer, dagirkirin û tundiya dewletê sînor dimîne û wiha bi lêv kir: “Mînak li Kurdistanê  wek parçeyek polîtîk şer bipêkirina zayendî ya li ser jinan wek polîtîka sîxurkirinê tê meşandin. Li girtîgehan girtiyên jin tên tecrîdkirin. Lê li ser vê axê di alî têkoşîna jinê de li dijî şer têkoşîna yekbûyî girînge. Li dijî tundiya mêr dewletê hewce bi berfirehkirina têkoşînê heye.”
 
‘Divê ji bo azadiya jinê rê bê diyarkirin’
 
Ebruyê anî ziman ku berê rêgezên ku hevpar yên jinên ku têkoşîna azadiyê didan hebûn û ev rêgez hinek polîtîk hinek hiqûqî bûn û ev tişt bi lêv kir: “Mînak di têkoşîna azadiya jinê de şer û tundiya dewletê di nokteyek girîng de bû. Lê ev her çû ket atmosferek siyasî. Jinbûn ne rastiyeke ku me di hevsengiyek hepvar de tîne gel hev e. Jinbûn di nasnameya civakî de dihewe. Nasnameyên hatine binpêkirin dihewîne. Divê ji bo azadiya jinê rê bê diyarkirin. Ya duyemîn jî divê hedefên hevpar bên diyarkirin. Em çi dixwazin? Edeleta dadgehê ji bo qetilkirina jinekê têr dike, ji bo hatina edeletê têr dike? Divê hemû têkoşînên azadiya ji bo jinê di heman armanc û hedefê de bên gel hev di heman eniyê de bên gel hev û êrişên li hember jinan baş bên diyarkirin. Jin dikarin li dijî dijminahiya li hember jinan rola yekbûyî û pêşeng bigirin ser xwe û divê jin ji nûve pirsgirêkên jinan bipirsin û manîfestoyek nû binivîsin.”
 
‘Divê jin li her qadê pêşeng bin’
 
Rêvebera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Îzmîrê Şukran Adiyaman jî bi lêv kir ku serdestiya mêran li ser koletiya jinan hatiye avakirin û wiha dirêjî daye: “Ji ber vê divê jin azad bin.Tevgera jinan divê li dijî hemû hêzên hiyerarşik perspektîfê ava bike. Ev nayê wateya jin her têkoşînê hilgire lê divê li her qadê rola pêşeng bilîze. Divê li her qadê bin. Belê li Tiriyeyê çalakî hene û tê dîtin ku jin pêşeng in. Ji ber jin ji êrîşên kapîtalîmza modernîteyê pir bandor dibin.”
 
‘Divê jin xwe rizgar bikin, çareserî bê afirandin’
 
Şukranê daxuyakirin ku modernîteya kapîtalîst naxwaze hem jin hem jî mêr azad bin û ji bo jin xeta azadiya xwe biser bixe divê têbikoşin. Şukranê wiha dirêjî daye: “Peymana Stenbolê hat feshkirin. Êrişên li dijî têkoşîna jinê didomin. Yekane dijminê jinan dewleta mêr e. Ji ber vê divê jin di heman eniyê de cih bigirin. Têkoşîna jinan ji hev qût e. Tenê di 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de tên gel hev. Ew girse di çalakiyên din de nayên gel hev. Divê jin xwe biguherin xwe ji mêr rizgar bikin.Ji bo têkoşînek rastîn divê jin bi samimiyet bên gel hev. Bi hev re çareserî bê afirandin.”
 
‘Femînîzm wê bi hêza ku girtiye bimeşe’
 
Emîne Akbaba ya ji Jinên Mala Gel, bi lêv kir ku êrîşên AKP’ê ji 2015’an şûnde zêde bûne û mînaka herî şênber jî feshkirina Peymana Stenbolê ye. Emîneyê nirxandina xwe wiha domand: “Ne tenê li dijî tundya li ser jinê, li dijî paşverûtî û patrîarkayê jî divê têkoşîn bê meşandin. Divê tevgerên parastina cewherî bên avakirin. Divê em bêjin ku em li her derê ne û dest ji hev bernadin.Femînîzm wê bi hêza ku girtiya di riya xwe de bimeşe.”
 
‘Hemû pirsgirêk pirsgirêkên jinan e’
 
Ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî destnîşan kir ku piştî hilbijartinên meha Gulanê şûnde bloka desthilatdariyê li hember hêzên gel, jinan û xwezayê êriş zêde kirine û ev tişt bi lêv kir: “Li dijî êrişan li herêman civak deng bilind dike. Divê têkoşîna gelan ji hev cuda neyê dîtin û civakîbûn bê afirandin. Bêguman parçe parçe çalakî û berdan hene lê ev mijar mijara her kesiye. Hemû pirsgirêk pirsgirêkên jinan e. Pirsgirêka kedê, nan, şer ya jinan e. Pêvajoya erdhêjê de hemû kesî ruyê dewletê dît. Li dijî vê piştevanî hebû. Divê em hemû jin ligel hev tevbigerin û bi  hev re bin. Divê em tifaqa kolanê ava bikin.”