ROJEVA 07'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 7 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Girtiya nexweş Besra Erol a ku nêzî 5 sal in girtî ye, ligel gelek nexweşiyên wê heye jî nayê berdan. Malbata Besrayê da zanîn ku ji ber gotina Besrayê "Ez kujeran baş nas dikim" nayê berdan û hemû hewldanên malbatê bê encam dimîne. BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîdeng Altindag ku qeyûm tayînê şûna wê bû wiha got: “Berdewama zîhniyeta talanker anîn li vir bi cihkirin û xwestin bi vir bilîzin. Em ê bi gelê xwe re xwedî li keda xwe derkevin.” BI DÎMEN 
 
* Jinan diyar kirin ku jin dikarin li dijî dijminahiya li hember jinan rola yekbûyî û pêşeng bigirin ser xwe û divê jin ji nûve pirsgirêkên jinan bipirsin û manîfestoyek nû binivîsin. BI DÎMEN 
 
*Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me di meha mijdarê de 36 jin hat qetilkirin û mirina 23 jinan bi guman e, 4 zarok hatin qetilkirin û 7 jin ji ji mirinê rizgar bûn. ÇETELEYA TUNDIYÊ