Komisyona hilbijartinê ya HEDEP'ê banga serlêdanan kir

  • 12:09 6 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
MÊRDÎN - Berdevka Komisyona hilbijartinê ya HEDEP'ê Gulistan Oncu, bi daxuyaniya da ji bo hilbijartinên herêmê, banga serlêdanan kir.
 
Komisyona Hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Mêrdînê li avahiya xwe ya Mêrdînê derbarê Hilbijartinên Herêmî yên di 31'ê Adarê de civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Komisyona hilbijartinê ya HEDEP'ê Gulistan Oncu daxuyanî da. 
 
Berdevka Komisyona hilbijartinê ya HEDEP'ê Gulistan Oncu, bi daxuyaniya da ji bo hilbijartinên herêmê, banga serlêdanan kir.
 
Banga serlêdanan kir
 
Gulistanê da zanîn pêvajoya hilbijartinê girîng e û got divê her kes di hilbijartinan de li îradeya xwe xwedî derkevin. Gulistanê got serlêdan ji bo hevserokatiya şaredariyê û encumentiyê dikare bê kirin û got ew bi taybet bang li jin û ciwanan dike. Gulistanê got em bi hev re jiyaneke demokratîk ava bikin.