1'emîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan li Silêmaniyê dê were lidarxistin

  • 10:43 6 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê bi hemahengiya li gel Zanîngeha Cîhan 1'emîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan bi sernavê ‘Di neynika civak û dîrokê de jin’ dê li dar bixe.
 
Bi hemahengiya Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê û Zanîngeha Cîhanê, sibe wê 1'emîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan bi sernavê ‘Di neynika civak û dîrokê de jin’ dê were lidarxistin û wê du rojan berdewam bike.
 
Konferans ji bo akademîkirina pirsgirêkên jinan û ronîkirina rola esas ya jina Kurd dê were lidarxistin ku lêkolîner û akademîsyen wê bi lêkolînên xwe beşdarî konferansê bibin.
 
Zanîngeha Silêmaniyê di çarçoveya ‘Zanîngeh di vekolan xizmeta ji bo civakê deye’ de, hewl dide pirsgirêka jinan bike mijarek zanistî û akademîk. Ev konferans jî gavek berbi vê armancê veye ku tê de hewl tê dayîn bersiv û çareseriyên zanistî yên pirsgirêka jinê werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.