Merge Polat a girtî ji bo piştevaniya greva birçîbûnê stran got

  • 10:22 6 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ERZIROM - Merge Polat a li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê girtiye, bi gotina stranê piştevaniya greva birçîbûnê kir. 
 
Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’emîn de berdewam dike. Li gelek girtîgehan bi sedan girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike. Bi mebesta vê yekê girtî bi rêya malbatên xwe peyaman dişînin.
 
Ji bo çalakiyê stran got
 
Girtiya bi navê Merge Polat a li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê girtiye û 12 sal ceza lê hatiye birîn, bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û bi strana ku got piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê kir û bang hemû kesî kir ku rabin ser piyan.