'Em azadiya Rêberê xwe dixwazin'

  • 10:05 6 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Şêniyên Helebê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevlî çalakiyê bûn tecrîda giran şermezar kirin û wiha gotin:"Em azadiya Rêberê xwe dixwazin, em rehet ranazin heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin."
 
Li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke giran û cezayên dîsplînê her tim tên ferzkirin. Ev yek jî dibe cihê fikaran. Herî dawî li Gemlikê erdhej çêbû û ev fikar hîn zêde bûn. Li ser vê yekê li Helebê çalakiya li dijî tecrîdê hat lidarxistin. Jinên tevlî çalakiyê bûn bertek nîşanî tecrîda giran dan û nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Em ji bo azadiya Rêberê xwe daketine kolanan'
 
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emîne Beyrem derbarê erdheja ku li Gemlîkê pêk hat da zanîn divê em li ser vê yekê bi rewşa Abdullah Ocalan bizanibin û wiha got:" Em ji bo azadiya Rêberê xwe daketine kolanan. Ji ber erdheja çêbû em bi fikar in. Tu agahiya me ji rewşa Rêbertî tune ye, îro hemû gelê kurd daketine qadan û daxwaza zanîna çarenûsa Rêberê xwe dikin. Em di nava gumanê de ne ku rewşa Rêberê me ne baş e lewma em daxwaza zanîna rewşa Rêbertî ji dewleta tirk û CPT'yê re dikin." 
 
'Divê azadiya Rêbertî misoger bibe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê da zanîn ku daxwaza wan a zanebûna rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike û wiha pê de çû:" Daxwaza me zanîna rewş û çarenûsa Rêbertî ye. Niha rewşa Rêbertî di nava xereriyekê de ye lê em bi carekê serî natewînin. Ji ber ku Rêberê me ji bo tevahî gelên cîhanê îro daxwaza azadiya gelên bindest dike. Divê azadiya rêbertî misoger bibe. "
 
'Dewletên navneteweyî jî sûcdar in'
 
Di heman demê de Şîraz Silêman bi hêrs tecrîd şermezar kir û wiha berteka xwe nîşan da:"Em dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin lê heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe negirin, em rehet ranazên. Heger em agahiyê ji Rêberê xwe nikaribin bigirin û ger tiştek bi serê Rêberê me bê em dewletên navneteweyî jî sûcdar dikin. "