Dê bi çalakiyan piştevaniya greva birçîbûnê bikin

  • 09:03 6 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
WAN - Jinên li Wanê ku bertek nîşanê tecrîdê dan û bi lêv kirin ku li dijî vê sûcê divê yekitî pêş bikeve û gotin: "Em ê yekcar xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin û bibin dengê girtiyên berxwedêr." 
 
Girtiyên siyasî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn û çalakî di roja 10’emîn de berdewam dike. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ji bo piştevaniya bi girtiyên di greva birçîbûnê de li Wan û Amedê dest bi “Nobeta Edaletê” kirin.
 
Jinên li Wanê bertek nîşanê tecrîda girankirî dan û gotin li dijî vê sûcê divê hemû kes dengê xwe derbixe.  
 
‘Em edaletê dixwazin’
 
Endama Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê ya Şaxê Zehra Ûrar, tecrîda ku bi salane hatiye girankirin wek sûcê mirovahiyê bi nav kir û got ev tecrît bandorê li tevahiya qadên jiyanê dike. Zehra, bi lêv kir ku li dijî tecrîdê di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê destpêkiriye û wiha domand: “Hevalên me yên di girtîgehan de ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Îro di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş hene. Divê demildest ev sûcê mirovahiyê ji holê bê rakirin. Mafê hemû girtiyane ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinan pêk bînin. Ev mafekî xwezayî ye. Li Wanê dayikek 80 salî dixwazin bixin girtîgehê. Êdî em edaletê dixwazin. Em dixwazin demokrasî bê pêkanîn. Bi tecrîda li Îmraliyê dixwazin civakê ji holê rakin. Em hemû dixwazin ev tecrîda li Îmraliyê demildest bê rakirin.”
 
‘Li dijî vê sûcê em ê dengê xwe bilind bikin’
 
Zehra, bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên demên borî û wiha pê de çû: “Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê ev tecrîd demildest bê rakirin. Ger ku tecrîda ser Birêz Ocalan bê rakirin dê hemû pirsgirêk jî çareser bibin. Em vê sûcê mirovahiyê qebûl nakin. Li dijî vê sûcê em ê dengê xwe bilind bikin. Bi taybetî ev sê sal in tecrîdek giran tê meşandin û destûr nayê dayîn ku hevdîtin bên kirin. Li dijî vê tecrîda giran divê hemû kes rabin ser piyan.”
 
'Li hemberî hemû girtîgehan tecrîd heye'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Artemêtê ya Wanê Berîvan Polat Çaglayan jî destnîşan kir ku 25 sal in tecrîdek giran li Îmraliyê tê meşandin û got sê sal in jî ji Îmraliyê tu deng tuneye. Berîvan, diyar kir ku ligel hemû hewldanan jî tu agahî ji Girava Îmraliyê agahî nagirin û wiha pê de çû: “Ev yek ji bo Gelê Kurd pirsgirêkek mezin e. Desthilatdar dixwaze Gelê Kurd û Birêz Abdullah Ocalan ji hevdû veqetînin. Ev tecrît ne bi tenê ser Birêz Ocalan tê meşandin, her wiha ser girtîgehan û civakê jî tecrîdek giran heye. Li dijî tecrîda girankirî û ji bo tecrît bê rakirin hevalên me di 27’ê Mijdarê de di girtîgehan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin."
 
'Ev têkoşîn têkoşîna me hemû yan e'
 
Berîvan di dawiya axaftina xwe de wiha bang li gel kir: "Divê em rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Em xwedî li hevalên xwe yên girtî derkevin û piştevaniya çalakiya wan bikin. Ev têkoşîn têkoşîna me hemû yan e. Ev yek ne bi tenê ji bo hevalên me yên di girtîgehan de derbasdare. Di girtîgehan de têkoşîn û berxwedanek mezin heye. Lê ve yek bi girtîgehan naqede. Divê hemû kesên li derve jî li dijî tecrîdê serê xwe rakin û piştevaniya girtîgehan bikin. Divê teqez tecrît bê şikandin. Ji bo şikandina vê tecrîdê em ê bi her awayî têkoşîna xwe bimeşînin. Heta tecrît neyê şikandin em ê dev ji têkoşînê bernadin û gav paşve navêjin. Daxwaza hevalên me yên girtî rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Daxwaza me ya sereke rakirina tecrîdê ye. Ji ber ku ger tecrît neyê rakirin dê gel û jin jî azad nebe.”   
 
‘Em bi yekîtiyê tecrîdê bişkînin’
 
Dayika Metîn Ûyar ê ku di Girtîgeha Girtî ya Espiye ya Gîresûnê, Fîlîz Ûyar da xuyakirin ku zarokên wan di girtîgehan de di bin tecrîdê de ne û wiha got: “Em bi tenê 10 deqe pê re diaxivin. Nameyan dişînin lê gelek dereng didin wî. Bi her awayî tecrîdek ser wan tê meşandin. Ev tecrîd ser tevahî girtiyên siyasî tê meşandin. Zarokên me di girtîgehan de li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbînê kirine. Sedema vê çalakiyê jî tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê û ev tecrîda ku belawî li tevahî girtîgehan bûye. Em dixwazin ev tecrît bê rakirin. Ji bo vê yekê jî divê destûr bê dayîn ku bi Serokatî re hevdîtin bên kirin. Bila tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Ji bo rakirina tecrîdê ne tenê girtî bikevin çalakiyan. Divê gel jî bikevin nava hewldanan û dest bi çalakiyan bikin. Li dijî tecrîdê em ê dengê xwe bikin yek. Ger ku em bibin yek em ê bikaribin tecrîdê bişkînin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Ji bo vê yekê jî divê desthilatdar daxwazên girtiyan pêk bînin. Em jiyanek azad û aştiyane dixwazin. Kurê min jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Bila êdî tu kesek bêdeng nemîne. Em ê bi yekîtiya xwe tecrîdê bişkînin.”
 
'Em ê li dervê li ber xwe bidin' 
 
Rabîa Başak Koç a ku du birayên wê Feyyaz Başak di Girtîgeha Girtî ya Hejmara 2 Xarpêtê de û Îlyas Başak jî Girtîgeha Girtî ya Bûca ya Îzmîrê de girtî ne, bertek nîşanê tecrîda girankirî da. Rabîa, bi lêv kir ku deriyê ewilî yê girtîgehê Îmraliye û wiha pê de çû: “Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin li tevahiya welat tê meşandin. Ev demeke girêje bi Birêz Ocalan re hevdîtin nayêkirin. Ji ber ku hevdîtin nayê kirin di girtîgehan de grevên birçîbûnê û berxwedanek dest pê kir. Ev berxwedan dê bi demê re li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê jî belav bibe. Hevalên girtî demên berê jî ji bo Birêz Ocalan ketibûn greva birçîbûnê. Em dixwazin Birêz Ocalan demildest bigihîje azadiya xwe. Ev bêdengiya ku niha heyî nayê qebûlkirin. Ji bo me ya herî girîng jî girtî ne. Em niha li derve ne lê ew di hundir de dest bi berxwedanê kirine. Divê aliyê de kêmasiyên me heye. Li dijî vê sûcê û çalakiyê divê em jî bêdeng nemînin. Girtiyên ku îro di nava çar dîwaran de li ber xwe didin, divê me jî vê berxwedanê li derve bimeşînin. Ew nirxên me ne û em bi wan serbilindin.”
 
‘Ev çalakî dê bigihîje armanca xwe’
 
Hevşaredara HDP'ê ya Bêgirî ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Leyla Balkan, jî da zanîn ku bi salane tecrîdek giran tê meşandin û li dijî vê tecrîdê ew bi salane hem gel û hem jî girtî têkoşînek mezin didin. Leyla, bi lêv kir ku ev tecrîd ser tevahî gelan, jinan û girtîgehan bi awayek giran tê meşandin û wiha got: “Ji bo tecrîda ser me rabibe, divê di destpêkê de tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Ji ber ku hemû tişt bi Îmraliyê ve girêdayî ye. Desthilatdar bi girankirina tecrîdê re hem Birêz Ocalan û hem jî civakê tune dihesibîne. Mînaka vê ya herî şênber jî ew e ku ev sê sal in bi Birêz Ocalan re hevdîtin nayên kirin û tu agahî jê nayê girtin."
 
'Em ê bi ser kevin'
 
Leyla, da zanîn ku li girtîgehan di  27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Lê em wek gel heta ku ji Birêz Ocalan agahî bê girtin û tecrît bê rakirin tevlî berxwedana girtiyan dibin. Heta ku hevdîtin bên kirin ev grevên birçîbûnê dê berdewam bikin. Ji bo Serokatî, gel, jin û civakê çi ji destên me bê em ê bikin. Ji bo tecrîda ser me bê rakirin, divê tecrîda ser Serokatî bê rakirin. Em bi bawerin ku Gelê Kurd bi vîn û sekna xwe bi ser ketiye. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên demên berê jî gihîşte armanca xwe. Em ê divê çalakiya greva birçîbûnê de jî bigihîjin armanca xwe.”