ROJEVA 06'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 6 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Jinên li Wanê ku bertek nîşanê tecrîdê dan û bi lêv kirin ku li dijî vê sûcê divê yekitî pêş bikeve û gotin: "Em ê yekcar xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin û bibin dengê girtiyên berxwedêr." BI DÎMEN 
 
* Hevseroka nû ya Rêxistina HEDEP'ê ya Mêrdînê Necla Acibuca, bal kişand ser nexşerêya xwe û wiha got:"Ger tecrîda li ser Rêbertî rabe wê demê encax jin û civak wê bikaribin azad bibin. Em ê bi xebatên xwe yên baş ên li Mêrdînê em ê li dijî hemû polîtîkayên qirêj bisekinin." BI DÎMEN 
 
* Şêniyên Helebê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevlî çalakiyê bûn tecrîda giran şermezar kirin û wiha gotin:"Em azadiya Rêberê xwe dixwazin, em rehet ranazin heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin." BI DÎMEN