Greva birçîbûnê di roja 9’an de didome

  • 10:06 5 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de daye destpêkirin di roja 9’an de berdewam dike. 
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî di roja 9’an de berdewam dike. 
 
Girtiyên PKK û PAJK’î di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de, di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiyê kirin û dê di 15’ê Sibatê de bi dawî bikin. 
  
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û 33 meh in jî bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di şert û mercên tecrîda girankirî de ye û 33 meh in tu agahî jê nayên girtin.