Gîsela Penteler: Abdullah Ocalan divê azad bibe

  • 09:05 5 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Endama Yekitiya Hekîmên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerê Gîsela Penteler ku xwedî li kampanya ‘Ji Abdrullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ derdikeve, balkişand ser bêdengiya qada navneteweyî û got: “Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Birêz Ocalan pêkane.”
 
Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sale li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û 33 mehe agahî jê nayê girtin di 10’ê Cotmehê de li her çar alî cîhanê bi awayekî hevdem pêngava ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Pêngav li 74 welatî hat destpêkirin û ev du mehe didome. Ji her derê cîhanê piştgirî ji bo pêngavê didome. 
 
Endama Yekitiya Hekîmên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerê Gîsela Penteler ku piştgiriyê dide kampanya ‘Ji Abdrullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’, der barê kampanyayê de ji ajansa me re axivî.
 
Tecrîd îşkence ye
 
Gîsela daxuyakirin ku tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan işkenceye û bi tecrîda ku pêk tê jî hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Gîselayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parêzvanên Mafê Mirovan tecrîdê wek îşkence qebûl dikin. Tirkiye aliyê Peymana Li dijî Îşkenceyê ye. Lê di gelek mijarî de hukmên vê peymanê binpê dike. CPT çû serdana Tirkiye û Îmraliyê ye. Lê destur neda rapor bên weşandin. Ji ber vê peymanê encam neda.”
 
‘Abdullah Ocalan divê azad bibe’
 
Gîselayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku welat ji ber berjewendiyên xwe li dijî binpêkirinên mafan û tecrîda ku Tirkiye li ser Abdullah Ocalan pêk tîne bêdeng dimîne û gel li dijî hevkariya desthilatdariyan li dora Abdullah Ocalan tên gel hev. Gîselayê ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Almanyayê, dewletên Ewropa û rojava ji ber berjewendiyan girêdayê Tirkiyeyê ne. Li dijî binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê bêdengin. Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek lîder dibîne û paradîgma wî dişopînin. Ji ber vê divê Abdullah Ocalan azad bibe û tevli pêvajoya aştiyê bibe.
 
‘Bêyî Birêz Ocalan çareserî ne pêkane’
 
Gîselayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya kampanyayê û got ji ber vê di kampanyayê de cih girtiye û wiha dawî lê anî: “Em tevli kampanyayê bûn ji ber pirsgisrêka Kurd bi azadiya Birêz Ocalan û tevlibûna wê dikare çareser bibe. Em bi vê bawer dikin lê mixabin kampanya bi tena serê xwe têr nake. Kampanya pir girîng e û ji ber vê em tevli bûn. Lê hîna negihitşiye çapemeniya alîgir û mirovan. Mînak li Almanyayê wisa ye. Agahiyên der barê rewşa Birêz Ocalan de û kampanyayê de tenê li dora aktîvîstên têkidlar dimîne. Ji ber vê divê ev mijar demildest bê dest girtin. Divê em di vê mijarê de zextan bikin.Ez bang li hemû kesî dikim ku  bibin hevkar û vê bidin bihistin.”