Şaredariyên qeyûm ji bo astengdaran bajar ava nake

  • 09:03 5 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Desthilatdariya ku piştî 2019’an qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê kir, şaredariyên di bin rêveberiya wan de, butçeya ji bo avakirina bajar hatine veqetandin ji bo bajar nayê bikaranîn û herî zêde welatiyên astengdar bi gazinc in.
 
Ji bo bajar ji bo kes û zindiyan bibe hawirên ku mirov dikarin lê bijîn, saziyên cemawerî berpirs in. Lê di salên dawî de hinek be jî hişmendîbûn hatibe afirandin jî jiyana rojane ji bo civakê nikare bê kişandin. Welatiyên astengdar ên Amedê Suna Bînbîr û Guler Çolak zor û zehmetiyên di jiyana xwe de dijîn vegotin.
 
‘Em li her qadê cuda tê dîtin’
 
Suna Bînbîr ku nabihîze, diyar kir ku laborant e û li cihekî naxebite. Sunayê da zanîn ku di jiyana xwe de gelek carî ji ber nebihîstinê cuda hatiye dîtin û gelek pirsgirêk jiyaye. Sunayê wiha got: “Pirsgirêka herî mezin min di jiyana perwerdeyê de jiya. Di pêvajoya perwerdehiyê de li dibistanê wergervan tunebû. Di dibistana amadehiyê û zanîngehê de mamoste tenê bi axaftinê dersa xwe dida û diçû. Zimanê nîşaneyê tunebû. Nizanibûn. Ji ber vê gelek kêmasî hebûn. Min ji bo KPSS’ê serlêdan kir lê hêviya min tune ye. Li Amedê gelek hevalên min wisa ne.”
 
‘Divê li saziyan wergervan hebin’
 
Sunayê destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka din ev e ku astengdar kar nabînin û wiha dawî lê anî: “Karsaz kar nadin me. Ez laborant im. Lê karê paqijiyê yê nexweşxaneyê jî nedan min. Ji ser Îşkurê min gelek caran serlêdan kir. Lê li min venegeriyan. Em di vî alî de pirsgirêkên mezin dijîn. Dema nexweş dikevim jî li gorî kesên din hîn derengtir rehet dibim. Sedema vê jî ev e ku doktor li min guhdar nakin. Ez li nexweşxaneyê pirsgirêkan dijîm. Ez bêyî nexweşiya xwe fêr bibim vedigerim. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê li saziyan wegervan hebin.” 
 
‘Şaredariyên qeyûm tenê li ser kaxizan dike’
 
Guler Çokak a astengdara bedenê û li Amedê dijî diyar kir ku şaredariya qeyûm ji bo astengdaran bajar ava nake û wiha domand: “Şaredariya qeyûm butçeya ji bo bajar veqetandiye ne tenê ji bo astengdaran ji bo hemû welatiyan xerc nake. Tenê li ser kaxizê dibêjin me ev kiriye. Me ev ji bo bajar kiriye û îmzeyan davêje. Em di jiyana rojane de zehmetiyên mezin dikşînin. Ez pir zehmetiyan dikşînim.”
 
‘Tuwaletên me wek mêr-jin veneqetandine’
 
Gulerê axaftina xwe wiha domand: “Em rojekê çûn AVM’ê. Ez divê biçûma tuwaleta astengdaran. Lê tuwaleta astengdaran wek depoya alavan bi kar dianîn. Mijdar din jî ev e, li AVM'yan tuwaletên astengdaran hene lê wek jin-mêr veneqetandine. Jin û mêr heman tuwaletê bi kar tînin. Lavabo pir biçûk hatine çêkirin. Rampayên şaredariyê çêkirine qet ne baş in. Min wan rojan der barê peyarêyên xerabe de serî li şaredariyê da. Lê tu encamek tune ye. Dewlet sê mehan carê pereyekî kêm dide. Ew pere jî têrî lêçûnên sereke nake. Qe nebe divê dewlet di alî tamîrata sandalyeyên me de alîkar bûya. Em bi hewldanên xwe digirin. Em bi pereyên xwe debara xwe dikin.”