Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan

  • 19:46 4 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî erdeha li Stenbolê rû da, çalak û meş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza aşkerakirina rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin.
 
Îro li Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû.  Piştî nûçeya erdhejê belav bû, gelê Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê daketin qadan û xwestin rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were aşkerakirin.
 
Şêniyên navçeya Girkê Legê, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek pêk anîn.
 
Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê kir. Meş li sûka navendî ya navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir endamê PYD′ê Idrîs Mihemed axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya îrade û rûmeta me dike. Negirtina agahiyan ji Rêbertî bi taybetî piştî erdhejê me dixe nava fikran. Bang li rêxistinên navneteweyî dikim ku erkên xwe bi cih bînin, serdana Îmraliyê bikin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin. Em ê nesekinin, em ê li qadan bin heta agahiyekê ji Rêbertî bigirin, Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya gelên azadîxwazî dike."
 
Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Bi sedan şêniyên Dêrik û herêma Koçerat ên kantona Qamişloyê jî meşiyan û gotin, xetereya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser tevan e. Meş ji qada Azadî ber bi sûka navendî ve dest pê kir. Meş li sûka navendî veguherî mîtîngî. Rêvebera PYD′ê ya Dêrikê Binefş Ebdo axivî  û anî ziman ku ew daxwaza aşkerakirina rewşa  Abdullah Ocalan dikin û got: "Xetereya li ser Rêbertî li ser tevahî gelan e."
 
Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Rêber Apo" bi dawî bû.
 
Li bajar Qamişloyê jî meşek ji aliyê Însiyatîfa Gel a Qamişloyê ve hat organîzekirin. Bi sedan şêniyên Qamişloyê beşdarî meşê bûn. Meş ji çerxerêya Sonî heta çerxerêya Şehîd Rûbar bi bangên aşkerakirina agahiyê derbarê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dewam kir.
 
Di dawiya meşê de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a bajarê Qamişlo Menîce Heyder axaftinek kir û diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker li Îmralî dide xuyakirin ku dixwaze gelê Kurd tune bike, wê yekê jî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk tînin û wiha got: “Ji şewatê, berî xwe didin jehirkirinê û tecrîdeke giran. Niha erdhej çêbûye di vê rewşê de metirsiyên me ser rewşa Rêber Apo de gelektir dibin.”
 
Menîce Heyder wiha pê de çû: “Em agahiyeke acil derbarê Rêber Apo de dixwazin, em qet rehet û aram jiyan nakin. Em rola CPT’yê nabînin, bêdengiya wan şermeke mezin e. Em soz didin Rêber Apo heta dawiyê ji bo pêkanîna felsefeya wî têbikoşin.”
 
Til Hemîs
 
Li navçeya Til Hemîs jî Meclisa Gel a Til Hemîs daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê endama meclisê Belqîs Elabdullah ve li pêşiya avahiya Meclisa Gel a Til Hemîsê hat xwendin.
 
Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistin û dezgehên mafê mirovan li cîhanê kir ku rê li ber tecrîda girankirî ya dijî Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan bigirin û agahiyekê ser rewşa wî bide.