Dosya Makbule Ozer careke din şandin ATK’ê

  • 17:53 4 Kanûn 2023
  • Hiqûq
WAN - Li navçeya Artemêtê Makbule Ozer a 81 salî bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” cezayê  lê hatibû birîn, ji ber rapora ATK’ê ya “Dikare di girtîgehê de bimîne” dê dîsa bikeve girtîgehê. Serdozgeriya Komarê ya Wanê biryar li ber çavan derbas kir û dosya ji ATK'ê re şand.
 
Makbule Ozer a 81 salî ku di 9'ê Gulana 2022'yan de li navçeya Artemêtê ya Wanê bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û hatibû girtin.  Di 7'ê Îlona 2022'yan de piştî ku cezayê wê hatibû taloqkirin hatibû tahliyekirin.  Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) der barê Makbuleyê de dayê ya“Dikare di girtîgehê de bimîne” dê dîsa biçe girtîgehê. Ji ber ji raporên ATK'ê de biryarên naqoqî hebûn, Serdozgeriya Komara Wanê biryara careke din raporê li ber çavan derbas bike dabû.