Runiştina doza gumanbarê ku Hulya qetil kir hat taloqkirin

  • 13:53 4 Kanûn 2023
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Doza gumanbar Kaffar Yegîn ku di 2022’an de Hulya Şellavci qetil kir, taloqî Sibatê kirin.
 
Di 21’ê cotmeha 2022’an de li navçeya Bornova ya Îzmîrê Kaffar Yegîn Hulya Şellavci qetil kiribû. 4’emîn runiştina doza gumanbar Kaffar yeğin li 14’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îzmîrê hat dîtin. Malbata Hulyayê û parêzer tevli runiştinê bûn.  Gumanbar jî bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû. Her wiha Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin û Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Karabaglar tevli runiştinê bûn. 
 
Heyeta dadgehê diyar kir ku dosya sûc ya Kaffar Yegen ya li Almanyayê nehatiye û biryara berdewamkirina gumanbar dan û doz taloqî 26’ê Sibatê saet 11.00’an hat kirin.