Xwebûn bi manşeta ‘Dengê Azadiyê bilind dibe’ derket

  • 12:28 4 Kanûn 2023
  • Rojane
AMED - Hejmara 207’an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Dengê azadiyê bilind dibe” derket pêşberî xwînerê xwe. Rojnameyê vê hefteyê jî bal kişand ser çalakiyên girtiyên siyasî ku di 27’ê Mijdarê de bi boneya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî dorveger dane destpêkirin. 
 
Hejmara 207’an a Rojnameya Xwebûn ku heftane bi kurdî weşanê dike, vê hefteyê bi manşeta “Dengê azadiyê bilind dibe” derket û bal kişand ser çalakiyên girtiyên siyasî yên li zindanan dane destpêkirin. 
 
Rojnameyê di manşetê de cih da analîza rûpela jinê ya bi sernavê “Jin pêşengiya çalakiyên li dijî tecrîdê dikin” û nirxandina “Jin bi pêşengiya PKK û PAJK’ê xwe azad kirine. Jinên azad îro li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin pêşengiya çalakiyan dikin. Jinên azad wê bi çalakiyên xwe tecrîdê bişkînin û civakê azad bikin” kir. 
 
Rojnameyê cih da nivîsa Yasemîn Elban a “Jin û aborî” û nivîsa Kurdistan Lezgîyeva ya bi sernavê “Lêgerîna  rastiyê”.