Di Behra Marmarayê de bi pileya 5.1 erdhej çêbû

  • 11:46 4 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê ragihand ku navenda wê Kendava Gemlîkê ya li Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû. 
 
Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê navenda wê Kendava Gemlîkê ya li Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû. 
 
Erdheja kul i peravên navçeya Mûdanya ya Bûrsayê çêbû, bi kûrahiya nêzî 9 kîlometreyan hate qeydkirin. 
 
Bajarên Stenbol, Bûrsa, Kocaelî û Sakarya jî bi erdhejê hesiyan.