Ji bo rojnamegerên girtî daxuyanî

  • 11:32 4 Kanûn 2023
  • Rojane
STENBOL/ENQERE -Di daxuyaniya ji bo rojnamegerên girtî Dîcle Mûftûoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz hat dayîn wiha hat gotin, "Em di danişîna ewil de daxwaza berdana hevalên xwe yên rojnameger dikin."
 
Danişînên dozên Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorên MA’yê Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz dest pê dikin. 
 
Duyemîn danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok dê di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Danişîna ewil a Muftuoglû dê di 7’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Danişîna ewil a doza rojnameger Yilmaz jî dê di 14’ê kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. 
 
DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin Îş têkildarî dozên rojnmaegeran îro li Amed, Enqere û Stenbolê dê daxuyaniyên hevpar dan. 
 
Stenbol
 
Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û  DÎSK-Basîn Îş, DÎSK-  ji bo Hevseroka DFG'ê ya girtî Dîcle Muftûoglû û edîtorên MA Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok, li avahiya Basin Îşê ya Beyogluyê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, Serokê DÎSK-Basîn Îş Faruk Eren, Sendîkaya Rojnamegerên Tirk (TGS), Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA), Komeleya Medya û Lêkolînên Hiqûqê (MLSA) û gelek xebatkarên çapemeniya azad, rêxistinên ked û pîşeyî û xebatkarên çapemeniya azad beşdar bûn. Di civînê de ku wêneyên rojnamegerên girtî hatin hilgirtin, pankarta "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hat vekirin û dirûşmên, "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Penûsa heqîqetê nayê şikandin", "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hatin berzkirin."
 
'Divê hevalên me demildest bên berdan!'
 
Daxuyaniy çapemeniyê ji aliyê Midûra Karên Nivîsê ya MA Dîren Yurtsever ve hat xwendin. Piştî daxuyaniyê Hevserokê DFG Serdar Altan axivî û diyar kir ku xebatkarên çapemeniya azad ji ber ku nûçeyên wan rastiyan nîşan didin tên darizandin. Serdar got, “Rojnamegerên ku heqîqetê nîşan didin, bi taybetî di wateya rojnamegeriyê de rastî muameleyên bi vî rengî tên.  Em hewl didin balê bikşînin ser vê rewşa hevalên xwe. Ew ê derkevin pêşberî dadger. Bi mehane di girtîgehê de ne.  Em li cem hevalên xwe NE. Divê hevalên me demildest bên berdan. Em careke din dibêjin, rojnamegerî ne sûc e. Hevalên me sûc nekirine. “Divê hevalên me demildest bên berdan."
 
Banga piştevaniyê
 
Serokê Çapemeniyê ya DÎSK-ê Faruk Eren jî got, “Zextên li ser rojnamegeran tu carî bi dawî nebûne. Îdîanameyên wan ne hiqûqî ne. Dibêjin, 'Eger tu bi vî rengî rojnamegeriyê bikî, wê ev yek were serê te.' Abdurrahman Gok ji ber ku wêneyên Kemal Kurkut nîşan daye niha di girtîgehê de ye. Rojnamegeriya ku tê xwestin bê astengkirin ev e. Em dikarin bi piştevaniyê zêdetir rastiyê ji vê tarîtiyê rizgar bikin. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li rojanamegeran derkevin.”
 
Êrîş bi dawî nayên
 
Piştre Sekretera Giştî ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Banû Tûna axivî û diyar kir ku wan duh di 29'emîn salvegera bomberdûmana rojnameya Ozgur Ulkeyê de daxuyaniyek da û got, "Bi salan berê daxwaza tasfiyekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê hat kirin.  îro jî heman zîhniyet bi zextên xwe yên li ser rojnamegeran berdewam dike.Tenê tiştek heye ku em dixwazin binî xêz bikin, ew jî hevgirtin e. "Em bang li her kesê ku dixwazin rastiyê bibînin dikin ku bibin yek."
 
'Em bi hevalên xwe re ne'
 
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz jî diyar kir ku zextên li ser çapemeniya Kurd bi salan e berdewam dikin û wiha got: “Ji ber ku rojnameger tiştên ku hatine kirin tînin ziman, zilm li wan tê kirin. Em bi mezinkirina têkoşînê li cem hevalên xwe ne."
 
Banga ji bo parastina mafê gel a wergirtina agahiyan
 
Herî dawî nivîskar û rojnameger Ayşe Dûzkan anî ziman ku rojnamegerên kurd ji ber ku heqîqetê nivîsandine rastî zextan tên û got, “Xeta rojnamegeran a rast nûçe, gel, rastî ne. Mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan nayê desteserkirin. Niha jî berdêla ronîkirina rastiyê rojnameger didin. Di îdianameya her hevalekî de tenê xebatên rojnamegeriyê hene. Niha ji ber eşkerekirin û çêkirina nûçeyan tên darizandin. "Em ne tenê hevalên xwe diparêzin, di heman demê de mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan jî diparêzin."
 
Enqere
 
'Rojnamegerên xelat girtin girtîş ne'
 
Di daxuyaniya li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê de bê navber dirûşmeyên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" de bal hat kişandin ser rojnamegerên ku layiqî xelatê hatin dîtin ku di girtîgehê de ne û sansura li ser çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol axivî û diyar kir ku di sala dawî de girtina rojnamegeran zêde bûye. Huseyîn got, “ Hema bêje 30-35 hevalên me ev salek e di girtîgehê de ne. Pir girîng e ku hevalên me ji azadiya xwe bêpar nemînin. Ji ber ku em ji bo xwe tiştekî naxwazin. Ya ku em dikin tenê rojnamegerî ye, em mafê gel ê wergirtina nûçeyan diparêzin. Hevalên me bi mehan di girtîgehê de dimînin, lê di danişîna ewil de tên berdan, çima? Ji ber ku ew rojnameger in û li dadgehê jî diyar e ku rojnamegeriyê dikin.Ji ber vê sedemê em daxwaz û hêvî dikin ku di rûniştina yekem de hevalên me bên berdan."
 
'Qanûnên bi navê dezenformasyonê wê ji holê rabin'
 
Piştre Serokê Bajêr yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Firat Çoban axivî û got, "Dîroka çapemeniya vî welatî di heman demê de dîroka komkujî û zilmê ye. Mixabin, li welat tiştek zêde nayê guhertin, lê hawîrdorek zextek giran heye. Tenê li şert û mercên xebatê yên hevalên me yên rojnameger mêze bikin bes e ku meriv têkiliya vê rejîma qesrê ya bi welatiyan re çêkiriye fêm bike.  Ev rejîma despotîzmê, ev rejîma mêtingeriyê wê wisa berdewam neke."