'Heta Birêz Ocalan azad bibe em di nava çalakiyan de ne!'

  • 09:48 4 Kanûn 2023
  • Rojane
STENBOL – Du girtiyên ku li Girtîgeha Bakirkoyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, di peyama ku ji ajansa me re şandin de wiha gotin: “Em azadiya Birêz Ocalan weke azadiya gelê xwe dibînin. Weke girtiyên jin em careke din diyar dikin ku heta mîmarê dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' Birêz Ocalan azad bibe, şerê li Kurdistanê bi dawî bibe û gelê Kurd bigihêje rewşa ku heq dike, em ê çalakiyên xwe bidomînin." 
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û 33 meh in agahî jê nayên girtin û di 10'ê Cotmehê de çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re" li 74 navendên cîhanê hat lidarxistin. Di çarçoveya pêngavê de li Kurdistan, Tirkiyeyê girtiyên siyasî jî di 27'ê Mijdarê de bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger dan destpêkirin. 
 
Girtiyên ku dest bi çalakiyê kirin bi parêzerên xwe peyam ji ajansa me re şandin û diyar kirin ku dê heta azadiyê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Girtiyan gotin, “Daxwaza me rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê di serî de girtiyên jin, em dixwazin bi çalakiyan dawî li tecrîdê bînin. Bi çalakiya xwe em dixwazin peyamekê bidin gelê xwe yê welatparêz, rêxistinên sivîl û civaka demokratîk. Em bang li hemû derdorên demokratîk dikin ku ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bikevin nava liv û tevgerê. Em azadiya Birêz Ocalan weke azadiya gelê xwe dibînin. Em dizanin ku yekane kesê ku li van axan pêşengiya demokrasî û aştiyeke bi rûmet bike Birêz Ocalan e. Berê jî gelek hewldan vê yekê hebûn. Bi vê çalakiyê re em armanc dikin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin û gelê Kurd bigihêjin statuya ku heq dike.
 
Girtiyan diyar kirin ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê her hefte daxwazname ji Wezareta Dadê û gelek saziyan re dişînin û wiha hat diyarkirin: "Em dixwazin bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê vê bang û daxwazên xwe gavek din pêş bixin. Em wek du girtiyên jin li Girtîgeha Bakirkoyê di greva birçîbûnê de ne. Hemû girtiyên siyasî dixwazin bi awayekî xurt tevlî çalakiyê bibin. Lê her çend bi israr dixwazin tevlî çalakiyê bibin jî, nexweş, extiyar û girtiyên ku serbestberdana wan nêzîk e, tevlî çalakiyê nabin.
 
Girtiyan destnîşan kir ku paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan hêviyek e û wiha hat bi lêv kirin: "Em difikirin ku paradîgmaya netewa demokratîk ê Birêz Abdullah Ocalan dê ji bo gelan bibe modelek. Ev paradîgma dê dawî li şeran bîne û hewl bide ku pergaleke azadî ya di nava gelan de biafirîne. Îro Rojava mînak e. Îro paradîgma dê bi azadiya Birêz Ocalan rihetir bikeve jiyanê û dê ji bo gelên din jî bibe mînak. Ji bo aştî û pêkanîna demokrasiyê muxatab Birêz Abdullah Ocalan e. 
 
Em wek girtî carek din bang dikin ku heta bi dawîkirina tecrîdê dê têkoşîna xwe bidomînin. Gelê me jî dê bi çalakiyên rûniştin, mîtîng û meşan dê daxwazên me ragîhînin tevahiya cîhanê. Çawa xwedî li Mandela hat derketin dê cîhan xwedî li fikrê Birêz Ocalan derkevin. Ji ber ku fikrên Birêz Ocalan ji bo tevahiya gelên cîhanê hêviyek e. Em bang li gelê xwe, welatparêz, malbat û raya giştî dikin ku piştevaniya çalakiyê bikin û dengê me bilind bikin. Em azadiya Birêz Ocalan weke azadiya gelê xwe dibînin. Weke girtiyên jin em careke din diyar dikin ku heta mîmarê dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' Birêz Ocalan azad bibe, şerê li Kurdistanê bi dawî bibe û Gelê Kurd bigihêje rewşa ku heq dike, em ê çalakiyên xwe bidomînin."