Ji bo xwişka xwe ku hat qetilkirin di têkoşînê de bi biryar e

  • 09:03 4 Kanûn 2023
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Pinar Bektaş di 13’ê Mijdarê de ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû Tuncay Sag ve hat qetilkirin. Xwişka Pinarê, Mujde Nar diyar kir ku xwişka wê bi salan tundî dîtiye di mijara ku wê bê qetilkirin jî ew hişyar kiriye. Mujdeyê got: “Dewlet ceza nabire. Ger ceza bihata dayîn wê evqas jin û xwişka min nehatiba qetilkirin. Ji bo kujerê xwişka min cezayê herî giran bigire ez ê têbikoşim.”
 
Di 13’ê Mijdarê de li taxa Gazî ya Sultangazî ya Stenbolê jina bi navê Pinar Bektaş li ber çavê keça xwe ya 9 salî ji aliyê mêrê dest jê berdabû Tuncay Sag ve hat qetilkirin. Gumanbar piştî bûyerê çû qerekolê û got wî Pinarê qetil kiriye. Gumanbar di îfadeya da de diyar kir ku ewil hewl daye bi çekê qetil bike lê çek di destê wî de teqiyaye û piştre Pinar qetil kiriye. 
 
Meclîsa Jinan a HEDEP’ê û gelek jinan ji roja bûyerê de bi malbatê re ketin piştevaniyê û 13’ê Mijdarê de mala cemê merasîma cenazeye hat pêkanîn û cenaze li ser milê jinan li gundê Gumuşlu yê Tekman a Erziromê hat definkirin.
 
Piştevaniya Jinan a Sultangazî rojek piştî bûyerê bi şîara ‘kuştinên jinan polîtîk in’ daxuyaniyek da çapemeniyê û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li welat her roj jin tÊ qetilkirin, tundî lê tên kirin û jin bê parastin tên hiştin.
 
Xwişka Pinarê, Mujde Nar der barê polîtîka bêcezahiştinê û û xelatkirina gumanbaran de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Tundî lê hat kirin, zaroka wê nîşan nedanê!
 
Mujdeyê diyar kir ku Pinar 24 sal berê hatiye zewicandin û 3 zarokên wê hebûne û got: “Seranserê zewacê gumanbar Tuncay Sag îşkence lê kir.Xwişka min bi dehan carî li dijî vê îşkencê berxwe da. Dema zaroka wê ya ewil hat dinê neçar ma ji zaroka xwe dur bijî. Ji ber mêr tundî lê dikir. Zaroka wê jê girtibû. Wê demê xwişka min xwest jê veqete. Hewldanên wê hebûn. Lê malbat diketin navberê. Dîsa vedigeriya. Xwişka min jinek têkoşer bû. Barkirin Stenbolê bi salan li Stenbolê xebitî. Gumabar tu carê nedixebitî.Xwişka min li zarokên xwe li gumanbar mêze dikir. Di tekstîlan de pir xebitî. Gumanbar bi pereyê xwişka min li kahweyan okey dilîst. Tundî li xwişka min dikir. Bi salan tundî lê kir. Xwişka min dixwest dest jê berde lê malbatan nedihişt.”
 
‘Der barê gumanbar de gilî kir’
 
Mujdeyê diyar kir ku salek berê xwişka wê dest ji gumanbar berdaye û wiha domand: “Piştî destberdanê jî tundî hat kirin. Tundiya psîkolojîk berdewam kir. Diçû cihê karê û xwişka min tacîz dikir. Dişopand. Pêşî lê digirt. Li Xwişka min tundiya fîzîkî hat kirin. Xwişka min û zarokên xwe demên dawî de bi fikar bûn. Aramiya wan tunebû.Psîkolojiya wan xera bibû. Nikaribû xwarin bixwara. Pir diyar bû. Dihat tehdîdkirin. Hefteyek berê qetilkirinê tundî li xwişka min kir. Xwişka min got ‘Wê ev tiştekî min bin û zarokên min bike.’ Pinarê di mijara ku wê bê qetilkirin de hişyarî kiribû.”
 
‘Ez ê têbikoşim’
 
Mujdeyê wiha bi lêv kir: “Xwişka min li ber çavê keça xwe hat qetilkirin. Keça wê ji ber vê bi bandor bûye û bi tu awayî naxive. Sê zarokên wê jî bi bandor bûne. Kujer piştî bûyerê çû qerekolê û bûyer îtîraf kir.  Ceza nadin gumanbaran. Ger dewletê ceza bida wê jin nehatibana qetilkirin. Wê xwişka min nehatiba qetilkirin. Ez ê têkoşîna xwe heta dawî bidim. Ji bo kujer cezayê herî giran bigire ez ê têbikoşim.”