Der barê Makbule Ozer de dê biryar sibe bê dayîn

  • 15:08 3 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Li navçeya Artemêtê Makbûle Ozer a 81 salî bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” cezayê  lê hatibû birîn û ji ber ku cezayê wê salekê hat taloqkirin şûnde sala borî tahliye bûbû. Makbule ji ber rapora ATK’ê ya “Dikare di girtîgehê de bimîne” dê dîsa bikeve girtîgehê. Li ser vê biryarê Serdozgeriya Komarê ya Wanê li gor agahiya ku daye malbatê dê vê biryarê careke din di ber çavan re derbas bike. Biryara dawî dê sibê bê dayîn.
 
Makbule Ozer a 81 salî ku di 9'ê Gulana 2022'yan de li navçeya Artemêtê ya Wanê bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û hatibû giritn.  Di 7'ê Îlona 2022'yan de piştî ku cezayê wê hatibû taloqkirin hatibû tahliyekirin.  Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) derbarê Makbuleyê de dayê ya“Dikare di girtîgehê de bimîne” dê dîsa biçe girtîgehê. Li ser vê yekê keça wê gotibû dê roja duşemê teslîmê girtîgehê bikin.
 
Biryara dawî sibe dê bê dayîn
 
Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê Makbule de briyara dawî dê sibê bide. Keça Makbûle, Naîme Ozer anî ziman ku serdozgerî dê sibê biryara xwe ya dawî der barê dayîka wê de bide û wiha got: “Dozgeriyê ji me re got sibê nebin girtîgehê, dê biryar carekedin di ber çavan re bê derbaskirin. Dozgeriyê got ku an dê hepsa malê bidinê, an jî wê carekedin serî li saziya Tipa Edlî bidin. Biryara herî dawî dê sibê bê dayîn.”