Ji pêşiya Ozgur Ulkeyê ku hatibû bombekirin bang kirin

  • 11:30 3 Kanûn 2023
  • Rojane
STENBOL - Bi boneya 29’emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê li pêşiya avahiya rojnameyê ya berê ya li Kadirgayê daxuyanî hat dayîn. 
 
Rojnameya Yenî Yaşamê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ( MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 29’emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê, li pêşiy avahiya rojnameyê ya berê ya li Kadirgayê bernameya bîranînê li dar dixe. Di bîranê de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate vekirin û gelek rojnameger û nûnerên rêxistinên pîşeyî tev li bûn. Di heman demê de gelek kesên ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî tev li bernameya bîranînê bûn. 
 
Komar bi zilmê navdar bû'
 
Ji edîtorên Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacîoglû ku metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku komarê bi zilma ku li gel, muxalîf, şoreşger û rojnamegeran kiriye li vî welatî navdar bûye. Reyhanê wiha dewam kir, "Em dizanin ji ber ku piraniya me di çapemeniyê de dixebitin, her tim dosyayek kronolojiyê li ber destê me ye, di kompîtura me de ye û dilê me dilerize, da ku em yekî ji bîr nekin û bêhurmetiyê nekin.  Ji Xana Sansaryan dest pê dike, heta zindana Amedê ya hejmar 5, ji kela Sînopê heta hucreyên Metrîsê, hema bêje her rojên dîroka Komarê salvegera xerabiyeke ku li me hatiye kirin û helbet berxwedana me ye. Çend roj ber dîsa li vir me qetilkirina hêja Tahîr Elçî şermezar û em ê çend hefte piştre jî qetilkirina zoarokên Robaskê ku bi qaniran cenazeyên wan hatin anîn şermezar bikin."
 
'Kiryar diyar in'
 
Reyhanê bi bîr xist ku xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz di encama êrîşa wê demê de hat qetilkirin, Reyhanê anî ziman ku di êrîşê de komkujiyek  hatiye plankirin. Reyhanê diyar kir ku berpirsyarên êrîşê eşkere ne û wiha got: "Nexwestin bitirsînin, xwestin tine bikin. Wan ev eşkere, di belgeyên fermî de got. Lê niha binêrin; Bisekine û piştî 29 salan binêre; Çapemeniya Azad li ku ye? Kulîlkên wê yên rengîn li ku ne? Dema we li pişt dîwêr rojnamegeriya xwe ya alîgir ku ji derew û qazancê pêk dihat, dikir, zarokên me ku hin ji wan di sala 1994’an de ji dayik bûne, mezin dibû. Xwediyên mîrateya Apê Musa û Gurbetelli Ersoz, ji wan rojan heta îro, bi dayîna bedel û ger pêwîst be di zindanan de jî hînî rojnamegeriyê bûne û hînî me hemûyan kirine."
 
Dibe ku em bişên, lê em natewin'
 
Reyhan, anî ziman ku ji wê demê û vir ve şeklê êrîşan diguhere û wiha got: “Îro ji Abdurrahman heta Dîcle heta Sedat bi dehan hevalên me bi serê xwe di girtîgehê de ne. Lê ew ne pênûsa xwe difiroşin û ne jî ji rastiyê dûr dikevin. Ji ber ku yên ji gel û heqîqetê xwedî dibin tu carî ji winda nabin. Me bi xwîn û canê xwe bi sedan car ev yek îspat kiriye. Ya ku hûn dibînin hîn ne tiştek e. Ne ewqas hêsan e ku hûn ji destê me xilas bibin. Hezar caran hefs bikî yan jî hezar carî gule bikûjin dîsa jî em ê li her quncikê mîna neynikekê li ber we rawestin. Ji ber ku me soz dabû Ersînên xwe. "Dibe ku em bişkên, lê em natewin."