ROJEVA 03'YÊ KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 3 Kanûn 2023
  • Rojev
 
*Huseyîn Ugurlu, li qada gund bertek nîşanî komkujiya Vartînîsê da û piştre jî hat binçavkirin. Hevjîna wî Asiye destnîşan kir ku 30 sal in çavên wê her li rê ye, tenê wêneyên wî di destê wê de maye. BI DÎMEN 
 
*Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a SES'a Îzmîrê, doktor Sîbel Uyan pirsgirêkên di pergala tendrustiyê de nirxand û da zanîn ku polîtîkayek der barê tenduristiya jinê û xizmeta tenduristiyê de nemaye û pirsgirêk bi polîtîkayek tenduristiyê ya rast dikare bê çareserkirin. BI DÎMEN 
 
*Zelal Bîlgîn a li Gîrtîgeha Sîncanê li ser navê girtiyan name şand, nameya wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat sansurkirin û piştî ku gotina  "kurd" jê hatiye derxisitn hatiye şandin.