Cenazeyê Guler Ozbey hat veşartin

  • 14:36 2 Kanûn 2023
  • Rojane
 
SÊRT - Cenazeyê endama YJA-Star'ê Guler Ozbey a di pevçûna li herêma Marûnisê derketibû de jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin. 
 
Cenazeye Endama YJA-Starê Guler Ozbey (Nupelda Sêrt) a di pevçûnên 14 û 15’ê îlona 2018’an li herêma Katoyê Marûnis a navçeya Elkê ya Şirnexê derketibû de, bi 4 hevalên xwe ve jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Lodê yê navçeya Dihê ya Sêrtê hate veşartin.  
 
Dema ku Guler jiyana xwe ji dest da, ji malbatê re agahî hat şandin û malbatê jî mînakên DNA’yê dan. Cenazeyê Gulerê bêyî ku malbat were agahdarkirin, li Colemêrgê hate veşartin. Di 29’ê mijdarê de Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê, malbata Gulerê geriya û destnîşan kir ku cenazeyê Gulerê di Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê de ye. Malbat duh çû Stenbolê û ATK’ê cenazeye Gulerê di nava nîv torbeyê cenazeyan de teslîmî malbatê kir.  
 
Cenazeyê Gulerê ji hêla malbatê ve li gundê Lodê yê Dihê hat veşartin.