Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava konferansa pêk anî

  • 20:52 1 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi dirûşma "Bi berxwedan û têkoşîna jinên êzidî em ê bi serkevin" konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.
 
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi dirûşma "Bi berxwedan û têkoşîna jinên êzidî em ê bi serketin" konferansa xwe ya duyemîn li Hola 8′ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Nûnerên yekitiyên jinên êzidî yên Heleb û Efrînê beşdarî konferansê bûn, lê nûnerên herêma Cizîrê ji ber girtina rêya di navbera Minbic û taxa Şêxmeqsûdê de ji aliyê hikumeta Şamê ve, nikarîn beşdar bibin.
 
Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava Sûad Hiso rewşa jinên êzidî nirxand û got: "Jinên êzidî xwe li gorî fikr û feslefeya Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine, ji ber ku ramanên Abdullah Ocalan  rêya xilaskirina êzidiyan ji fermanan e.′′
Sûad Hiso diyar kir ku jinên Rojava xwe di hemû qadan de îsbat kirin, li hemberî DAIŞ′ê şer kir û civak bi rêxistin kir. Her wiha got: "Jina azad ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û şikandina dîwarê Îmraliyê tê dikoşin."
 
Ji bo rêvebirina konferansê endamên dîwanê hatin hilbijartin ku ji 3 jinan pêk tê. Piştre koma Kulîlkên Pêşerojê ya girêdayî Mala Êzidiyan a Helebê sirûdên olî yên civaka êzidî xwendin. Piştre jî nirxandinên Abdullah Ocalan ê der barê girîngiya rêxistinkirina jinan û azadiya wan de ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê Şêrîn Mihemed ve hatin xwendin.
 
Rewşa jinan hat nirxandin
 
Endama Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrîn û Şehbayê Sîdra Cabir rapora rewşa jinên Êzidî yên li Rojava û xebatên du salan ên yekitiyê xwend.
 
Di konferansê de hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Roşîn Mûsa axivî. Roşîn banga xwedîdeketina li destkeftiyên şehîdan û pêkanîna armancên wan kir.
 
‘Jinên Êzidî bi berxwedana xwe bûn mînak’
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîma Hemo jî anî ziman  ku jinên Êzidî bi berxwedana xwe ya li hemberî qirkirinê bûne mînak û got: ′′Jinên Êzidî yên ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kirine hemû cûreyên zilêm red dikin û li hemberî dagirkeriyê serî hildan, Rûken Zeredeşt jî mînak e."
 
Piştî axaftinan, peyamên pîrozbahiya konferansê yên ji aliyê sazî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û cîhanê ve hatibûn şandin, hatin xwendin.
 
Endama Yekitiya Jinên Êzidî yên Helebê Newroz Ado jî rêziknameya Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava xwend.
Di dawiyê de meclisa nû ya yekitiyê hat avakirin. Endamên meclisê ev in: Newroz Ado, Rîma Seydo, Şêrîn Cemo, Sozdar Hemo û Hemîde Derwîş.