Ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHKK'ê hat dayîn

  • 15:57 1 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Koma HEDEP'ê ji bo înfaza Makbule Ozer a 81 salî ku ji ber pirsgirêkên wê yên temen û tenduristiyê dê dîsa li Wanê bê girtin, taloq bibe, serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê (ÎHKK) da.
 
Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) der barê rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ku dibêje Makbule Ozer a 81 salî piştî salek taloqkirina înfaza wê, dibe ku careke din bikeve girtîgehê, ji ber nexweşiyên wê serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da. 
 
Bila komîsyona erka xwe bi cih bîne
 
Di daxwaznameya hat dayîn de hat diyar kir ku Makbûle Ozer ji ber temen, tendirustî û rewşa xwe ya taybet divê ku di girtîgehê de neyê hiştin û ji bo ku mafê tendirustiyê yê Makbûleyê li ber çav bê girtin divê komîsyona erka xwe bi cih bîne.