Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin

  • 14:02 1 Kanûn 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - 2 kesên duh bi şev li Nisêbînê hatibûn binçavkirin, sewqî Mûşê hatin kirin. 
 
Wesayîta Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê Şiyar Koç û Dîlan Çitanak a pê re duh bi şev di ketina navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate sekinandin û Dîlan û Şiyar  hatin binçavkirin. Hat ezanîn ku Dîlan û Şiyar ên birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve hatiye destpêkirin de hatine binçavkirin. 
 
Dîlan û Şiyar piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî Mûşê hatin kirin.